21:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Parlementoya Kurdistanê

    Barzanî: Em kontrola petrolê naxin destê Bexdayê

    © Foto: / KRG
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna MERIya Hewlêrê de anî ziman ku Herêma Kurdistanê kontrola petrola xwe naxe destê Bexda û siyaseta herêma di warê petrolê de şikestin naniye.

    Hewlêr — Nêçîrvan Barzanî, êvara duhî ya 4ê Mijdarê beşdarî hevdîtina MERI2015 li bajarê Hewlêrê bû. Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser dosyeya aborî û petrola Herêma Kurdistanê û got, ‘tevî pirsgirêkên qeyranî Herêma Kurdistanê barê 1 milyon û 700 hezar penaber jî hewandiye, herwiha bi dirêjeya hezar û 100 km şer li dijî DAIŞê dike, bi ser de jî pirsgirêka aborî jî heye, lê belê tiştê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê wê bike.'

    Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘siyaseta me di warê petrolê de ne şikestiye, lêbelê nirxê petrolê bandorek mezin li Herêmê Kurdistanê û li Iraqê bi giştî kiriye. Me bingehek abûrî bi hêz avakiriye, hin tişt hene ne di dest me de ne, wek nirxê petrolê, lê mixabin Bexda wiha têgihiştiye ku tu riyên din li pêşiya me nînin.'

    Nêçîrvan Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de got, ‘em dixwazin çareseriyekê ligel Bexda bibînin, lê heke nebe em çi bikin? em carek din kontrola petrolê naxin destê Bexdayê, li ser nirx û piroseya şandinê û hemû tiştên din razîne, lê em kontrola petrolê naxin destê wan, ew jî sedema wê heye, em nikarin li kesên bê bawerî berdewam bin, me berî niha rêkeftin kiribû lê tiştek bicînebû.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ji bo civîna çaralî ya Normandiyayê diçe Berlînê
    Demirtaş derheqa serokatî û qanûna esasî de axivî
    PAKURD: ‘Bernameyeke HDPê ya ji bo kurdan tuneye'
    Qasim Şeşo: PKK nahêle pêşmerge Şingalê rizgar bikin
    Rûsya: 'Li Sûriyeyê ji bo parastina jetan, em li her tiştî fikirîne'
    Etîketan:
    HHK, Neçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de