03:51 21 Tebax 2017
Zindî
    Demirtaş

    Demirtaş derheqa serokatî û qanûna esasî de axivî

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 86 0 0

    Selahattin Demirtaş derbarê pergala serokatiyê, qanûna esasî ya nû, pêvajoya aştiyê û hilbijartinên 1ê Mijdarê de daxuyaniyeke girîng kir.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş derbarê derbarê pergala serokatiyê, qanûna esasî ya nû de wiha got: ‘Pêwistiya Tirkiyayê bi qanûneke bingehîn a nû heye. Hinek rabûne vê mijarê tevî pergala serokatiyê dikin, ev tiştekî şaş e. Daxwaza me pergaleke parlamenterî ya xurt û rêveberiyeke herêmî ya xurt e. Derbarê pergala serokatiyê de ramanên me neguherîne.'  

    Demirtaş derbarê pêvajoya aştiyê û hilbijartinên 1ê Mijdarê de jî wiha axivî: 'Divê meclis pêvajoya çareseriyê bîne rojeva xwe. Daxwaza me ew e ku çek û posat bi temamî werin vekişandin. Helbet şert û mercên pevçûnan bandoreke neyînî li ser pêvajoya hilbijartinan kirine. Divê bê zanîn ku dengên me yên li bajarên rojavayî kêm bûne û ew bajarên ku xendeq lê hatine kolan rêjeya dengên me kêm nebûye. Li gorî tesbîtên me hilbijêrên HDPê neçûne ser sindoqan. Di pêvajoya çareseriyê de divê CHP jî berpirsiyariyan hilde ser milê xwe; devbelaşiyê neke û projeya xwe pêşkêş bike.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: "Partiya me pişta xwe nade PKK'ê."
    PAKURD: ‘Bernameyeke HDPê ya ji bo kurdan tuneye'
    HDPê li Stenbolê derbarê encamên sedan sindoqan de îtiraz kir
    Baskin Oran: ‘Stratejiya HDPê rast bû lê nekarî PKKê îxna bike'
    Besê Hozat: ‘Divê CHP li cem HDPê tevlî têkoşîna demokrasiyê bibe'
    HDP amadehiya kongreya asayî dike
    Etîketan:
    pêvajoya çareseriyê, qanûna bingehîn, pergala serokatiyê, siyaset, hilbijartin, HDP, Selahattin Demîrtaş, Tirkiya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de