21:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Îbrahim Xelîl Baran

    PAKURD: ‘Bernameyeke HDPê ya ji bo kurdan tuneye'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 413030

    Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahim Xelîl Baran got ku HDPê li ser şer û şehîdên kurdan siyaset meşand; lê ji bo kurdan tu bernameyeke wê tuneye.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran li ser encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Baran got: ‘Siyaseta HDPê ne li gorî rastiyên Kurdistanê ye. Kurd êdî miletekî bajarî ne û li bajaran aramî, ekonomî, pêşketin lazim e. Ne li Tirkiyayê lê li Kurdistanê HDP wekî 20 salên berê siyasetê dimeşîne. Gelê kurd di nava rewşeke awarte de dihêle. Ji ber vê di hilbijartina 1ê Mijdarê de hinek kurdan dengên xwe ji HDPê vekişandin. Ji herêma Serhedê heta Riha û Entabê li gelek bajaran dengê HDPê ket. Li çeper û sînorên Kurdistanê ketina dengan zêde bû; bes li navendên Kurdistanê yên wek Colemêrg û Şirnexê pir tiştek neguherî. Gerek meriv vê tabloyê baş bixwîne.'

    Baran li ser dengên kurdan ên ku ji HDPê çûne AKPê jî wiha axivî: ‘HDP ne partiyeke kurdistanî ye, ew xwe wek partiyeke tirkiyayî dibîne û bernameya wê jî wekî AKP, CHP û MHPê li ser tirkiyaperestiyê ye. Normal e ku hinek kurd ji bo berjewendiyên xwe yên ekonomîk dengên xwe bidin AKPê. Çinku li ser meseleya Kurdistanê tu ferqa AKPê û HDPê nema. HDP li ser şer û şehîden kurdan siyasetê dimeşîne; lê di eslê xwe de tu tevdîrên wan ên ji bo kurdan tunene. Xweseriya demokratîk projeyeke ji bo Kurdistanê dihesibînin; lê ew projeyeke ji bo Tirkiyayê ye û gelê me jî pê hatiye xapandin.'

    Baran destnîşan kir ku li Kurdistanê dewleta tirk şer daye destpêkirin û got: ‘Plan û programa wan ew bû ku HDPê têxin nava şerî û her tiştî bixin stûyê HDPê. Gerek HDPê ew lîstika dewleta tirk zû ferq bikira û bi tundî li dijî şer bisekiniya.'

    Herwiha Baran diyar kir ku encama hilbijartinê ji partiyên kurdistanî re mesajek e û got: ‘Hinek kurd ji HDPê ewqas hêrs bûne ku ji qehran dengên xwe dane AKPê. HAK-PARê jî % 100 dengên xwe zêde kirin. Partiyên din ên kurdistanî gerek êdî bibin alternatîf ji bo kurdan û karibin di hilbijartina pêş me de şaredariyan bi rê ve bibin.'

    Bi heman mijarî:

    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn, Ew û Eynik'
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Lacan û Mela' (nivîsareke li ser felsefeya evîn û baweriyê)
    Etîketan:
    stratejî, siyaset, kurdî, hilbijartin, Kurdistan, Kurd, PAKURD, Îbrahîm Xelîl Baran, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de