10:32 19 Tebax 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Qasim Şeşo: PKK nahêle pêşmerge Şingalê rizgar bikin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    14410

    Şeşo anî ziman ku ew razî ne fermanek din bi ser kurdên êzîdî de were lê razî nînin PKK li Şingalê bimîne.

    Navenda Nûçeyan — Operasyona rizgarkirina bajarê Şingalê yê Herêma Kurdistanê hat paşxistin. Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo jî ragihand, sebeba serekî ya vê yekê PKK ye.

    Ev demeke operasyona kontrolkirina bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye lê li gorî agahiyan operasyon hatiye paşxistin.

    Li ser sebeba paşketina operasyona Şingalê, fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo got, sedema serekî ya vê yekê PKK ye. Nabe PKK li Şingalê bimîne çimkî cihê çalakiyên PKKê, Tirkiye û Rojava ye.

    Wî fermandeyê êzîdî yê pêşmerge anî ziman ku ew naxwazin şerê birakujiyê derkeve û got, ew (PKK) dixwazin dema Şingal rizgar bû, van deran bikin milkê xwe.

    Qasim Şeşo bang li hêzên YPG û PKKê yên li Şingalê kir û got, bila rewş negihe wê rojê ku em tiliya xwe bi çavên hev re bikin. Ew jî kurd in birayên me ne bila kerem bikin herin Sûriyê rizgar bikin Tirkiyê rizgar bikin, dema me alîkariya wan nekir wê demê heqê wan heye gazindan bikin…

    Alîkarê fermandeyê şervanên êzîdî yên Şingalê, Heso Mişko jî bang li partiyên siyasî kir nakokiyên xwe li cihekî din çareser bikin û got, em hêvîdar in partiyên siyasî û Barzanî hîn zêdetir alîkariya êzîdiyan bikin û mecalê bidin êzîdî bibin yek…

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 'Li Sûriyeyê ji bo parastina jetan, em li her tiştî fikirîne'
    Rûsya û Artêşa Azad ya Sûriyeyê hefteya pêşiya me dicivin
    Bi 500 polêsî ve li Stenbolê operasyon
    Davutoglu serdana Bexda û Hewlêrê dike
    Amerîkayê biryarek bi dilê Tirkiyeyê da
    Etîketan:
    Qasim Şeşo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de