11:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Sûrîyeya Demokratîk

    Li Hesekê şerekî giran: Hêzên Sûriyaya Demokratîk pêş ve diçin!

    © Foto: Hîkmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Hêzên Sûriyaya Demokratîk berî çend rojan ji bo rizgarkirina deverên başûrê Hesekê dest bi operasyonekê kiribûn û îro hat ragihandin ku şervan bi qasî 3 km pêş de çûne.

    Navenda Nûçeyan — Li başûrê Hesekê yê Rojavayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk û DAIŞê de şer û pevçûn didomin.

    Li gorî agahiyan, şeva borî şervanên Hêzên Sûriyeya Demoratîk li aliyê başûr ber bi Gola Xatûniyê pêş ve çûn.

    Li gundikê Seîd Mehmûd, ku dikeve bakurê rojavayê Gola Xatûniyê, di navbera şervanan û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnên giran dereketin. Pevçûn heta niha bi giranî didomin. 

    Li aliyekî din, şeva borî şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk, ji Girtîgeha Ehdasan a li başûrê Çemê Xabûrê 3 km ber bi başûr ve pêş ve çûn. Li wir 2 gundik ji destê DAIŞê hatin derxistin.

    Li xeta Hesekê li derdora gundê Idwaniyê jî şeva borî şer û pevçûn derketin û heta niha jî didomin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 'Li Sûriyeyê ji bo parastina jetan, em li her tiştî fikirîne'
    Rûsya û Artêşa Azad ya Sûriyeyê hefteya pêşiya me dicivin
    Lavrov: Divê hemû hêzên mixalif tevlî hevdîtinên Sûriyeyê bibin
    Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
    Sûriye: Rêvebiriya demkurt di rojeva me de tuneye
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyeya Demoratîk, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de