20:29 17 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Azad

    Rûsya û Artêşa Azad ya Sûriyeyê hefteya pêşiya me dicivin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hat ragihandin ku Artêşa Azad ya Sûriyeyê (OSO) bi berpirsyarên wezareta derve û parastinê ya Rûsyayê re dê li Abû Dabî hevdîtinekê bikin.

    Navenda Nûçeyan — Kordînatorê navbeynkarê hevdîtina Artêşa Azad û Rûsyayê Mahmûd Efendî ji nûçegihanê Spûtnîkê re axivî û got, herdu alî ji bo werin cem hev û hevdîtinêkê bikin lihevkirina pêşî qebûl kirin.

    Mahmûd Efendî di berdewamiya axaftina xwe de got, Artêşa Azad û berpirsên wezareta derve û parastina Rûsyayê ji bo hefteya pêşiya me ku li Abû Dabî bicivin li hev kirin. Di civînê mijara herî sereke avakirina navendeke operasyonê li dijî DAIŞ û El Nûsrayê û piştî xelasbûna terorê li Sûriyeyê rêyên çareseriya siyasî dê bên nîqaşkirin.

    Efendî di dirêjiya axaftina xwe de got, di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûriyeyê de di pêşerojê de ji bo ku hevkariyek nayê xuyakirin, îhtîmale ku di hevdîtinan de Rûsya dê soza ku Artêşa Azad ji êrişên Sûriyeyê biparêze jî binirxîne.

    Bi heman mijarî:

    Bi 500 polêsî ve li Stenbolê operasyon
    Davutoglu serdana Bexda û Hewlêrê dike
    Mesut Yegen: Projeya AKP'ê ya bêyî Ocalan û Qendîlê dê têk biçe
    Amerîkayê biryarek bi dilê Tirkiyeyê da
    Li Elezîzê jî derketina ji malan hat qedexekirin
    Etîketan:
    Artêşa Azad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de