09:58 18 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davudoglu

    Davutoglu serdana Bexda û Hewlêrê dike

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di çarçoveya tekoşîna dijî DAIŞê de wê serdana Bexda û Hewlêrê bike.

    avenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokwezîrê Iraqê, Heyder Abadî ji bo serkeftina hilbijartina AKPê ya 1ê Mijdarê bi rêya telefonê Davutoglu pîroz kir. Her wiha herdu serokwezîr di mijara tekoşîna dijî terorê de xwestin hevkari û pêwendiyan xurt bikin.

    Li gorî daxuyaniyê Davutoglu gotiye, em ê tim li kêleka Iraqê bin û ji bo pêşxistina têkiliyan çi ji destê me were em ê bikin û di tekoşîna dijî DAIŞê ku neyarê me yê hevpare di demeke nêz de ez ê serdana Iraqê bikim.

    Tê texmînkirin ku heke Serokwezîr Ahmet Davutoglu serdana Iraqê bike, ji xeyrî Bexdayê dê serdana Hewlêrê jî bike.

    Bi heman mijarî:

    Mesut Yegen: Projeya AKP'ê ya bêyî Ocalan û Qendîlê dê têk biçe
    Amerîkayê biryarek bi dilê Tirkiyeyê da
    Li Elezîzê jî derketina ji malan hat qedexekirin
    FLAŞ - YNKê jî naxwaze PKK li Şingalê bimîne
    ‘Kurdistan ji bo Tirkiyeyê giring e'
    Etîketan:
    Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de