09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Mesut Yegen

    Mesut Yegen: Projeya AKP'ê ya bêyî Ocalan û Qendîlê dê têk biçe

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7130

    Mamostayê Zanîngeha Bahçeşehîrê Prof. Dr. Mesut Yegen diyar kir ku pirsgirêka kurd bi hemû germahiya xwe li holê ye, çareseriyekî bêyî Ocalan ji xwe dê têk biçe.

    Navenda Nûçeyan — Mesut Yegen der barê rewşa AKP'ê û projeyên wê de axivî. Yegen diyar kir ku AKP çi bike bila bike herî dawî wê Ocalan, Qendîl û HDP'ê wekî muxatab qebûl bike û got ku projeyên ku Ocalan ne tê de be wê têk biçin.

    Yegen da zanîn ku ew texmîn nake ku di demek kurt de guherînek çêbibe û got ku ji bo tiştên xwe bi muxalîfan bide qebûlkirin wê aliyê şer xurtir bike. Ji ber ku tu hêzeke din di qada siyasî de tevgera azadiyê temsîl bike tune ye wê dîsa bi HDPê re rûnin masê. Ji ber tecrûbeya van kesan heye. Jixwe çareseriya bêyî Ocalan wê hilweşe.

    AKP kesên 3yemîn naxwaze

    Yegen di berdewamiya axaftina xwe de goy, heke hûn çavê 3'yemîn têxin nava çareseriyê wê demê berpirsyariya her kesî derkeve holê. Ew vê yekê naxwazin. Di rastiyê de çavê 3'yemîn wê çareseriyê hêsan bike.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê biryarek bi dilê Tirkiyeyê da
    Li Elezîzê jî derketina ji malan hat qedexekirin
    FLAŞ - YNKê jî naxwaze PKK li Şingalê bimîne
    Barzanî: 'Kurdistana serbixwe heqê Kurda ne'
    ‘Kurdistan ji bo Tirkiyeyê giring e'
    Etîketan:
    Mesut Yegen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de