19:18 23 Hezîran 2018
2 DAÎŞî li Tirkiyê hatin girtin

Çekdarê DAIŞê bi çek û milyonan pereyan ve hat girtin

© Sputnik / Dmitri Vinogradov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê çekdarekî DAIŞê li rojavayê bajarê Rumadî ya navenda parêzgeha Enabrê girtine ku zêdetirî 210 milyon dîanr anko 176 hezar dolar pê re bûye.

Navenda Nûçeyan — Fermandeya Firqeya 9 a Artêşa Iraqê, Nûiman Zûbeyî ragihand, hêzên Iraqê bi piştevaniya milîsên Heşda Şeibî çekdarekî rêxistina DAIŞê li 160 kîlometriya rojavayê bajarê Rumadî girtin.

Nûiman Zûbeyî got, di nav otomobîla wî çekdarê DAIŞê de hejmarek çek hebûn û herwiha 212 milyon dînarên iraqî ku dike 176 hezar dolar hebû ku hêzên ewlehiyê dest bi ser de girtin.

Li gor gotina wî fermandeyê iraqî, "ew pere ji aliyê serkirdeyên rêxistina DAIŞê ve bû encamdana karên terorîstî hatiye şandin."

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: 'Li Sûriyeyê me li 237 hedefên DAIŞ û El Nûsrayê xist'
Di 24 seetên dawîn de 70 DAIŞî teslîmî pêşmerge bûn
Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe
YPG:12 gund ji destê DAIŞê derxistin
Artêşa Sûriyeyê 8 gund ji destên DAIŞê rizgar kirin
ROJAVA - Gundek ji destê DAIŞê hate derxistin
Etîketan:
dolar, DAIŞ, Rumadî, IRAQ
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de