04:38 26 Sibat 2018
Zindî
    Sertac Bucak

    PDK — Bakur: ‘Hilbijêrên kurd bê alternatif man'

    © Sputnik/ Cesîm Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK - Bakur) Sertaç Bucak got: ‘Di hilbijartinê de ji ber ku alternatîfa HDPê tunebû gelek kurd neçûne ser sindoqan.'

    Omer Faruk Baran

    Amed — Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK — Bakur) Sertaç Bucak li ser encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Bucak anî ziman ku hilbijirên kurd ‘karta sor' nîşanî HDPê daye û got: 'Bi encama vê hilbijartinê derket holê ku hilbijirên kurd ji siyaseta HDPê ne razî ne. Şer û pevçûnên ku li bajarên kurdan di navbera YDG-H û hikumeta Tirkiyayê qewimîn dengên HDPê xistin. Gelê kurd bertek nîşan da, çinku berî hilbijartinan HDPê soz dabû ku ew ê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê bibe garantor. Hilbijêran îcar baweriya xwe bi HDPê neanî.'

    Heyeta HDP`ê li Qendîlê
    © Foto: https://twitter.com/idrisbaluken
    Bucak got: ‘Li gorî nêrîna min gelek kurd neçûne ser sindoqan. Ev jî tesîreke mezin e li ser ketina dengên HDPê. Ev hilbijirên kurd ên ku di hilbijartina 7ê Hezîranê de dengên xwe dane HDPê vê carê ji ber ku tu alternatîfeke wan tunebû neçûn ser sindoqan. Eger partiyên din ên kurdan di navbera xwe de hevkariyê li dar bixin û rind bixebitin di hilbijartina pêş me de wê ji bo dengê kurdan bibin alternatîfeke baş.'

    Bucak herwiha destnîşan kir ku projeya HDPê têk çûye û li ser axaftina piştî hilbijartinê ya hevserokên HDPê wiha axivî: 'Min axaftina piştî hilbijartinê ya Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdagê temaşe kir. Ez gelekî xemgîn bûm. Wekî ku Kurdistan tunebe, meseleya kurdan û bajarên kurdan tunebin axivîn. Tevî ku projeya Tirkiyayîbûnê îflas kiriye jî, dîsa wekî çepgirên tûj ên partiyên tirk xeber dan. Diviyabû Selahattin Demirtaş wek serokekî partiyeke kurdan xeber bida.' 

    Bi heman mijarî:

    AKP bû desthilatdar lê HDP dîsa bi rengên xwe di meclîsê de ye
    HDPê li 16 bajarê parlamenter wenda kir
    Mehmûd Osman: 'Dibe HDP dengên xwe zêde bike'
    TAYBET - Li Amedê pîrozbahiya serkeftinê ya pêşwext û ji HDPê hişyarî
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Hilbijartin di bin gefa tîmên taybet de ye!
    Ji HDPê û DBPê bangeke gelekî girîng
    YNKê ji bo HDPê serkeftin xwest
    Partiyên Kurd piştgirî dan HDPê
    Etîketan:
    hilbijartin, Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK - Bakur), Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de