16:41 25 Hezîran 2018
DAIŞ-Hawan

Bi çekên giran û roketan êriş kirin: 5 kuştî

© AP Photo / Militant website
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îro bi çekên giran û roketan êrişî binkeyeke çekdarên DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Enbar a Iraqê hat kirin û li gor agahiyan 5 çekdarên DAIŞê di wê êrişê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan — Desteya Ragihandina şer a girêdayî Encumena Wezîran a Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzeke taybet a girêdayî yekîneya bersivdana bilez a Hêzên Polîsê Iraqê binkeyeke çekdarên DAIŞê li navçeya Hisêbiye ya li rojhilatê Enbarê daye ber roketan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku wê yekîneya taybet a hêzên polîsên Iraqê bi roketên ji curê SBG9 êrişî binkeya rêxistina DAIŞê kirine.

Li gor daxuyaniyê, di encama wê êrişa bi roketan de 5 çekdarên DAIŞê ku di nav wê binkeyê de bûn, hatin kuştin.

Wezareta Parastina Iraqê bo derxistina parêzgeha Enbarê ji destê rêxistina DAIŞê û kontrolkirina wê, ji çend meh berî niha ve dest bi operasyoneke berfireh kiriye, lê belê heya niha hêzên iraqî serkevtî nebûne û pirraniya parêzgeha Enbarê û bajarê Rumadî, navenda wê parêzgehê di destê çekdarên DAIŞê de ye.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: 'Li Sûriyeyê me li 237 hedefên DAIŞ û El Nûsrayê xist'
Di 24 seetên dawîn de 70 DAIŞî teslîmî pêşmerge bûn
Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe
YPG:12 gund ji destê DAIŞê derxistin
Artêşa Sûriyeyê 8 gund ji destên DAIŞê rizgar kirin
ROJAVA - Gundek ji destê DAIŞê hate derxistin
Etîketan:
DAIŞ, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de