11:03 23 Hezîran 2018
Qeza

Li Bismilê di qezaya trafikê 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn

© AP Photo / Frank Augstein
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Bismila Amedê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên ku hatin bidest xistin wesayîta bi plaqeya 09 SP 313 ku ajovanê Ahmet Adibelî bû li herêma Karakopruyê li wesayîta ku ajovanê wê Selahatîn Durmaz bû qelibî.

Di encama qezayê de Ahmet Adibelî û Fahriye Adibelî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û Zeynep Adibelî, Sebahatîn Durmaz, Yusuf Usanmaz, Serdar Usanmaz, Alî Usanmaz û Fatim Usanmaz jî birîndar bûn.

Ji bo midaxelya pêşî birîndarên ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, birîndarên giran ji wir şandin nexweşxaneyên Amed û Êlihê.

Hat ragihandin ku derbarê qezaya trafîkê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

 

Bi heman mijarî:

Li Elcewazê pevçûn: 3 kuştî, 12 birîndar
Amerîka wê leşkerên artêşa Ûkraynayê perwerde bike
FT: ‘Heke Merkel here, Ewropa dê belav bibe’
PAK: 'Encama hilbijartinê gazî me dike'
'HDP û Ocalan mixatab nayên girtin'
Etîketan:
Bismil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de