14:45 19 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên Ûkrayna

    Amerîka wê leşkerên artêşa Ûkraynayê perwerde bike

    © Sputnik/ Evgeny Kotenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê destnîşankir ku, ji 23ê Mijdarê pê ve wê 6 tabûrên leşkerên artêşa Ûkraynayê perwerde bikin.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Parastinê ya Amerîkayê destnîşankir ku, ji 23ê Mijdarê pê ve wê 6 tabûrên leşkerên artêşa Ûkraynayê perwerde bikin. Leşkerên pispor yên amerîkayî ev 6 mehin Mihafizên Neteweyî yên Ûkraynayê perwerde dikirin.

    Li gorî medyaya Rûsyayê, Sererkanê Amerîkayê Donald Rennes diyarkir ku, perwerî dayîna leşkerên artêşa Ûkraynayê dê ji 23ê Mijdarê pê ve destpê bike. Ji xeyrî bernameya perwerdehiyê dê bi Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê enstîtûyeke perwerdehiya leşkerî jî vedike.

    Amerîka, di bin banê Wezareta Navxweyî ya Ûkraynayê de ev 6 mehin perwerdehiyê dide Mihefizên Neteweyî yê Ûkraynayê. Bi biryareke nû ev perwerdehî ji bo leşkerên artêşê jî hat berfireh kirin. Perwerdehî dîsa wê li rojavayê welat li bajarê Lvivê dê di poligona leşkeri de bidome.

    Her wiha li Ûkraynayê niha 300 leşkerên pispor yên Amerîkayê û pisporên Kanadayî, Polonî û Brîtanî hene.

    Bi heman mijarî:

    FT: ‘Heke Merkel here, Ewropa dê belav bibe’
    PAK: 'Encama hilbijartinê gazî me dike'
    'HDP û Ocalan mixatab nayên girtin'
    AKP bû desthilatdar lê HDP dîsa bi rengên xwe di meclîsê de ye
    Polêsan li nêzî Qesra Huberê kesek birîndar kirin
    Etîketan:
    Amerîka, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de