00:19 19 Hezîran 2018
PAK

PAK: 'Encama hilbijartinê gazî me dike'

© Foto : Cesim İlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik got: ‘Encama hilbijartinê ji me re dibêje 'Pêwistiya gelê Kurdistanê bi we heye'.

Omer Faruk Baran

Amed — Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik ji Sputnik Kurdistanê re taybet li ser encamên hilbijartina 1ê Mijdarê axivî.  Ozçelik destnîşan kir ku HDPê di hilbijartina 7ê Hezîranê de hêzeke baş bi dest xistiye; lê ji ber ku rê daye ku şer mezin bibe gelê Kurdistanê bertek nîşan daye û dengên ku dane HDPê vekişandine.

Ozçelik got: ‘Şerê ku piştî hilbijartina 7ê Hezîranê dest pê kir bi her awayî zirar gihand siyaset û doza Kurdistanê. Şer li Tirkiyayê, şovenîzm û nijadperestiyê xurttir dike. Ji ber wê yekê me ji PKKê, HDPê xwest ku bi ti awayî rê nedin şerî; lê mixabin wisa nebû. Meseleya biryara kolandinan yek ji wan tiştan bû ku rê li şerê mezin vekir. Gelê Kurdistanê di hilbijartinê de got ‘Em xendeqan naxwazin' û dengên xwe ji HDPê vekişandin. AKPê jî xwe dixwest bi şerî dengên xwe zêde bike û gihişt armanca xwe.'

Serokê PAKê diyar kir ku, di hilbijartinê de % 90ê dengan gihiştiye partiyên ku li ser meselaya Kurdistanê tu çareseriya wan tuneye û got: ‘Ji vê hêlê ve encama hilbijartinê neyênî ye. Bi her rê û rêbazên siyasî, divê em AKP, CHP û MHPê bi temamî ji nav welatê xwe derxînin. Ji bo ku em wan derxînin jî divê em berê miletê xwe bidin xebatên siyasî, ne şer.'

Ozçelik got: ‘Gelê me mesajek da HDPê, lê gava em li dengên ku çûne AKPê binêrin mixabin mesajeke xelet bû. HDPê piştgiriya ku gelê Kurdistanê dabûyê baş nexwend, hêza ku bi dest xist neparast. Diviyabû HDPê û PKKê ji bo şerî rê ji dewletê re xweş nekirina.'

Mustafa Ozçelik herwiha got ku encama hilbijartinê ji bo PAKê jî mesajek e û wiha axivî: ‘Me dest pê kiriye û em xwe ji bo hilbijartinên herêmî amade dikin. Divê AKP, CHP, MHP, ew partiyên dewletê yên ku dibêjinn yek netewe, yek dewlet, yek ala bi hilbijartinê bi temamî ji Kurdistanê werin derxistin. Encama vê hilbijartinê  gazî me dike, dibêje 'Xwe amade bikin, pêwistiya gelê Kurdistanê bi we heye!', ji encaman em vê mesajê baş dibînin.'

Bi heman mijarî:

PAKê ji bo Fehmî Demir sersaxî da HAK-PARê
PAK : Hemû şehîdên azadîye şehîdên Kurdistanê ne
PAK bangî kurdan dike ku xwedî li Herêma Kurdistanê derkevin
PAKê ji bo Hacî Bîrlik daxuyanî da
PAKê serdana Cizîra Botan kir
PAK: Em Dr. Qasimlû û hevalên wî bibîr tînin
PAK: Parlementoya Kurdistanê hestê lawên Rojhilat birîndar dike
PAK: `Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin`
Etîketan:
kurdî, hilbijartin, Kurdistan, Kurd, PAK, Mustafa Ozçelik, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de