06:29 19 Sibat 2018
Zindî
    Heyeta HDP`ê li Qendîlê

    'HDP û Ocalan mixatab nayên girtin'

    © Foto: https://twitter.com/idrisbaluken
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê fexrî yê Serokwezîrê Tirkiye û nivîskarê rojnameya Akşamê Etyen Mahçûpyan diyarkir ku, piştî hilbijartina dewreke nû ji bo pêvajoya çareseriyê destpê dike.

    Navenda Nûçeyan — Şêwirmendê fexrî yê Serokwezîrê Tirkiye û nivîskarê rojnameya Akşamê Etyen Mahçûpyan diyarkir ku, piştî hilbijartina dewreke nû ji bo pêvajoya çareseriyê destpê dike û hikumeta ku ava bibe dê HDPê û Ocalan mixatab negre.

    Mahçûpyan ji kanala El Cezîrê Turkê re axivî û got, ez bawer nakim hikumeta nû di mijara PKKê de gavan bavêje. Hetanî pevçûn û bûyerên Sûriyeyê bidomin dê vê helwesta xwe ya pevçûnî bidomîne. Dê li hemberî PYDê jî bidomînê. Û di nava welêt de jî ez bawerim hew HDPê mixatab digre.

    Mahçûpyan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşankir ku, ji bo reformên kurdan divê ajandayek AKPê hebe û divê vê bi lezgînî bîne ziman. Hetanî îstîqrarek neye polîtikayên derveyê welat, ne HDPê û ne jî Ocalan dikare rolekê bilîze. Ez îhtîmalek gelek zeîf dibinim ku HDP were mixatab girtin. Hikumeta ku ava bibe îhtîmaleke mezin ne HDP û ne jî Ocalan mixatab nagre. Ya rastî AKP ji niha û pê ve bi kurdan re rû bir û ye.

    Bi heman mijarî:

    AKP bû desthilatdar lê HDP dîsa bi rengên xwe di meclîsê de ye
    Polêsan li nêzî Qesra Huberê kesek birîndar kirin
    Kremlîn: 'Em rêzê li hemberî îradeya gelê Tirkiyeyê digrin'
    Di 24 seetên dawîn de 70 DAIŞî teslîmî pêşmerge bûn
    Rûsya: Balafira me ne ji sedemên teknîkî ket
    Etîketan:
    PKK, HDP, Etyen Mahçupyan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de