10:02 19 Hezîran 2018
HDPhdp

AKP bû desthilatdar lê HDP dîsa bi rengên xwe di meclîsê de ye

© Sputnik / Cesîm Îlhan © Foto: AA
1 / 2
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê diyar bû.

22:00 — Amerîka derbarê hilbijartinên Tirkiyê de daxuyanî da
Amerîka derbarê hilbijartinên Tirkiyê de daxuyanî da: ‘Em di metirsiyê de ne.'

Daxuyaniya ku Qesra Spî de hat diyarkirin ku ji ber di pêvajoya hilbijartinê de zext û zordariyên li ser medyayê hat kirî de ew metirsiyê de nin.

Daxuyaniyê de hat gotin ku divê Tirkiye pêwistiyên hiqûqa navnetewî bi cih bîne.

Ala Amerîka
© Foto : AA
Ala Amerîka

18:30 — Dengîr Mîr Mehmet Firat: ‘Em dê ji bo encamên Mêrsîn û Edenêyê îtiraz bikin'

dengîr mîr mehmet
© Foto : facebook
dengîr mîr mehmet

Parlementerê HDPê ya Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji Sputnikê re axivî û got: ‘Me li Edene û Mêrsînê gelek tiştên bêisûl tespît kiriye.'

Firat ji Sputnikê re ragihand ku gelek parêzer ji bo îtirazê ketine dewrê.

Firat dawiyê de got: ‘Gelek şaibneyên mezin henin. Li Mêrsînê cara din me %24 dengna wergirt lê îcar dengên me weke %20 didin nîşan. Me tespît kiriye ku li navçeya Anamurê ji hejmara hilbijêran zêdetir deng hatiye dayîn.'

17:30 — Li gorî encaman hat ragihandin ku HDPê li Mêrsînê  bi 96 dengan wekîlê xwe yê duyem ji dest xistiye

Tê zanîn ku di hilbijartinên 7ê Hezîranê de li Mêrsînê 2 wekilên HDPê çûbûn parlamentoyê. Lê hat ragihandin ku di vê hilbijartinê de HDPê bi 96 dengan wekîlê xwe yê duyem ji dest xistiye.

16:15 — Çapemeniya dinyayê encamên hilbijartinê çawa nirxandin?
Rojnameya The Guardina ya Brîtanyayê di şîroveya xwe ya li ser hilbijartinê de serenavê ‘Dibe ku gelê Tirkiyê ji bo îstiqrara ku Erdogan soza wê dide, berdêlên giran bide' bi kar anî. Di gotara bi îmzeya Sîmon Tîsdall de diyar kir ku Erdogan di hilbijartinê de qumara herî mezin a jiyana xwe ya siyasî lîstiye û bi ser ketiye.'

Rojnameya Telegraph ya Britanyayê jî di nivîsa xwe de got: ‘Partiya li desthilatdariyê di hilbijartinên roja yekşemê de bi serketineke nedihat hêvîkirin re piraniya endamên parlamentê bi dest xist. Ev serketin wê hêza Tayyîp Erdogan zexm bike û tirsa li ser otorîterbûyîna welêt zêde bike.'

BBC News jî di nûçeya xwe ya li ser encaman de da xuyakirin, ku tevî serketina bi dest xistiye jî nepêkane ku AKP cihêkariya li welêt derketiye holê çareser bike. BBC News bal kişand ser şert û mercên bêewle yên pêkhatina hilbijartinê.

Rojnameya Independent jî di nivîsa xwe re ragihand ku kêmbûna dengên HDPê nedihat payîn û diyar kir ku CHP tevî ku rêjeya dengê xwe parastiye jî, ji AKPê re nebûye alternatîf.

REUTERSê ji bo serenavê nûçeya xwe ya li ser mijarê 'Tirkiye li yek partiyê vedigere' bi kar anî û destnîşan kir ku encamên hilbijartinê wê Erdogan xurt bike, lê belê ji hev cihêbûna li welêt wê dijwartir bike.

16:00 — Hevserokên HDP, DBP, HDK, û KCDê dicivin
Li gorî nûçeya DÎHAyê Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCDê ji bo nirxandina encamên hilbijartina 1ê Mijdarê li Navenda Giştî ya HDPê dicivin.
Piştî civîna saet di 16.00an de, bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş saet di 17.00an de dê MYKya HDPê wê bicive.
Di civînê de li gel hibijartinê, amadekariyên kongreyê jî dê were nirxandin.

15:40 — Di MHPê de îstîfa
Hat ragihandin ku hemû rêveberiya MHPê ya navçeya Karesî yê Balikesirê ji partiya xwe îstîfa kirin.
Her wiha tê zanîn ku duh jî ber bi êvarê Serokê Şaxa Çanakkaleyê ya MHPê jî îstifa kiribû.
Tê zanîn ku dengên MHPê di vê hilbijartinê de zêdeyî gihiştibû AKPê û bi vî awayî Akp bi serê xwe bû desthilatdar.

15:00 — Baluken: ‘Li hemberî ewqas êrîşên giran partiya me li ser piyan e û ev serkeftin e'
Serokwekîlê Koma HDPê Baluken diyar kir ku HDP'ê ne tenê li hemberî partiyek siyasî li hemberî konsepta şer a dewletê têkoşîn meşandiye û got tevî hemû êrîşan daxwaza aşitî, azadî û demokrasiyê li ser piyan e.
Baluken encamên hilbijartinê nirxand û got: ‘Li hemberî ewqas êrîşên giran partiya me li ser piyan e û ev serkeftin e. Gelên Tirkiyeyê li gel polîtîkayên tirsê jî HDPê şand parlamentoyê û israra xwe diyar kir.'

14:00 — ‘Êdî şehîd nayên welatê me'
Piştî encamên hilbijartinê diyar bû, Serokê Rêxistina AKPê yê Îzmîrê Bulent Delîcan di axaftina xwe de got: ‘Êdî şehîd nayên welatê me.'
Li gelek derdor li ser vê yekê destnîşan kir ku  ev dide nîşan AKPê bi hişmendî û feraseteke çawa dengan bi dest xistiye

13:30 — Hejmara parlementerên jin kêm bû

Dİ hilbijartinên 1ê Mijdarê de ji AKPê 32, ji CHPê 21, ji HDPê 19, ji MHPê 3 parlementerên jin ketin meclisê.  Li gorî vê encamê li meclisa 550 kursî heyî de jin bi rêjeya %15 wê bête temsîlkirin.
Tê zanîn ku di 7ê Hezîranê de ji AKPê 41, ji CHPê 22, ji HDPê 31 û ji MHPê 4 parlementerên jin ketibûn parlamentoyê.

12: 00 — Ligel ku dengên HDPê ketin jî HDP di meclîsê de bû partiya 3'yemîn. Bi HDPê re nasnameyên kurd, tirk, ereb, suryanî, elewî, misilman, êzidî, ermenî, sosyalîst û jinan li meclîsê were temsîlkirin.

AKP û CHP li gorî 7ê hezîranê dengên xwe zêde kirine, HDP û MHP jî hem dengê wan kêm bûne û hem jî hejmara parlamenterên wan kêm bû.

Parlamenterên HDP'ê yên derxistine wiha ne:

Edene: Meral Daniş Beştaş
Semsûr: Behçet Yildirim
Agirî: Leyla Zana, Berdan Ozturk û Dîrayet Taşdemîr
Enqere: Sirri Sureyya Onder
Êlih: Ayşe Acar Başaran, Mehmet Alî Aslan û Saadet Becerîklî
Çewlîg: Hîşyar Ozsoy
Bedlîs: Mîzgîn Îrgat û Mahmut Celadet Gaydali
Amed: İdrîs Baluken, Nursel Aydogan, Nîmetullah Erdogmuş, Feleknas Uca, Altan Tan, Çaglar Demîrel, Ziya Pîr, İmam Taşcier û Sîbel Yîgîtalp
Dîlok: Mahmut Togrul
Colemêrg: Selma Îrmak, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan
Îdir: Mehmet Emîn Adiyaman
Herêma 1emîn a Stenbolê: Selahattîn Demîrtaş û Huda Kaya
Herêma 2yemîn a Stenbolê: Celal Dogan û Fîlîz Kerestecîoglu
Herêma 3yemîn a Stenbolê: Pervîn Buldan, Garo Paylan û Erdal Ataş
Herêma 1yemîn a Îzmîrê: Ertugrul Kurkçu,
Herêma 2yemîn a Îzmîrê: Muslum Dogan
Qers: Ayhan Bîlgen
Mêrdîn: Mîthat Sancar, Gulser Yildirim, Erol Dora û Alî Atalan
Mêrsîn: Dengîr Mîr Mehmet Firat
Mûş: Burcu Çelîk Ozkan û Ahmet Yildirim
Sêrt: Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Besîme Konca
Riha: Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan
Şirnex: Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk, Ferhat Encu û Aycan İrmez
Dêrsim: Alîcan Onlu
Wan: Fîgen Yuksekdag, Lezgîn Botan, Nadîr Yildirim, Tugba Hezer, Adem Geûrî û Bedîa Ozgokçe

Bi heman mijarî:

Encamên hilbijartinê diyar bû
AKPê bû desthelat
Etîketan:
HDP
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de