00:42 19 Sibat 2018
Zindî
    Balafira rûsî

    Perçeyên balafira rûsî ku li Misrê ketibû hatin dîtin

    © REUTERS/ Mohamed Abd El Ghany
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    12 perçeyê mezin yê balafira rûsî ku li Nîvgirava Sinayê ketibû hatin dîtin.

    Navenda Nûçeyan — 12 perçeyê mezin yê balafira rûsî ku li Nîvgirava Sinayê ketibû hatin dîtin. Di vê navberê de cenazeyên rêwiyên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn ji bo kifşkirina nasnameyan bi balafiran wê bibin St. Petersburgê.

     

    Berdevkê Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê Aleksandr Agafonov destnîşankir ku, me 12 perçeyên mezin yên gewdeya balafirê û hinek eşyayên rêwiyan dîtin û niha em van eşyayan dişinin Kahireyê.

    Her wiha li gorî berpirs û rayedarên ji herêmê bûyerê ragihandin enqazê balafirê li 20 km belav bûye. Îşev seet di 20.00an de lêgerîn û lêpirsîna ekîba çûbû cihê bûyerê diqede û dê vegerin. Lê xebata pisporên Komiteya Hewayî ya Navneteweyî hetanî prosedür biqede dê berdewam be.

    Cenaze tên St. Petersburgê

    Cenazeyên rêwiyên ku di balafirê de jiyana xwe ji dest dabûn tên St. Peterbursgê.

    126 cenazeyên ku di balafirê de li Nîvgirava Sînayê jiyana xwe ji dest dabûn vê sibehê hatin balafirxaneya Pulkova ya St. Petersburgê. Cenazeyên mayî jî ber êvarî wê bi balafireke din werin.

    Em gihîştin gihaneka zahmet

    Teşhîskirina cenazeyên ku rakirin morgê destpêkir. Serokê Beşa Piştgirî a Psîkolojîk ya Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê Yulya Şoygu diyarkir ku, em gih3iştin gihaneka zahmet. Pêvajoya teşhîskirina nasnameyan destpêkir û hêvî dikim hertişt li gorî rêbazan be. Cenaze ji hêla xizmên wan ve dê bên teşhîskirin.

    Bi heman mijarî:

    Mixalefeta Sûriyeyê, ji encamên hilbijartina Tirkiyeyê kêf xweş e
    Encamên dawî yên hilbijartina 1ê Mijdarê
    Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe
    Erdogan: Îradeya neteweyî ji aliyê aramiyê ve tecelî kiriye
    YPG:12 gund ji destê DAIŞê derxistin
    AKPê bû desthelat
    Etîketan:
    Rûsya, Aleksandr Agafonov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de