18:00 21 Sibat 2018
Zindî
    Hilbijartinê 1ê Mijdarê

    Mixalefeta Sûriyeyê, ji encamên hilbijartina Tirkiyeyê kêf xweş e

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    15 komên mixalif yên Sûriyeyê ji bo serkeftina AKPê ya hilbijartina 1ê Mijdarê belavokeke pîrozbahiyê weşandin.

    Navenda Nûçeyan — 15 komên mixalif yên Sûriyeyê ji bo serkeftina AKPê ya hilbijartina 1ê Mijdarê belavokeke pîrozbahiyê weşandin. Mixalifên rejima Sûriyeyê ji hilbijartina 1ê Mijdarê kêf xweş in.

    15 komên mixalif di belavoka hevpar de ragihandin ku, di van demen dawîn de pêşveçûnên li Rojhilata Navîn yên hesas ku diqewimin di hilbijartina Tirkiyeyê de serkeftina AKPê gelekî girîng e.

    Eniya Siltan Mûrat, Eniya Şamê, Hêza 101ê, Artêşa Mûcahidin, Eniya Sehva, Firqa el Vasat, Yekitiya Festakim, Artêşa Serkeftinê, Sukur el Cebel, Festakim Keme Umir, Artêşa Îslamê, Qolorduya Şamê, Alaya yekemîn, Fursan el Hak û Eniya 13mîn di peyama xwe ya hevpar de bangî cihanê kirin û gotin, ‘ ji bo piştgiriya şoreşa Sûriyeyê em banga alîkariyê li hemû welatan dikin.

    Komên mixalif dawiya axaftina xwe de destnîşankirin ku, em hêvî dikin helwesta Tirkiyeyê ji bo îstîqrara herêmê berdewam be û em desthilatiya AKPê pîroz dikin.

    Bi heman mijarî:

    Encamên dawî yên hilbijartina 1ê Mijdarê
    Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe
    Erdogan: Îradeya neteweyî ji aliyê aramiyê ve tecelî kiriye
    YPG:12 gund ji destê DAIŞê derxistin
    AKPê bû desthelat
    Etîketan:
    Komên mixalif, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de