23:49 21 Sibat 2018
Zindî
    Şervanekî YPG li Hesekê

    YPG:12 gund ji destê DAIŞê derxistin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê, li derdora bajarê Hesekê yê Rojava 12 gund ji destê DAIŞê derxistin.

    Navenda Nûçeyan - Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê, li derdora bajarê Hesekê yê Rojava 12 gund ji destê DAIŞê derxistin. Hêzên ku pêr li başûrê bajarê Hesekê operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê dabûn destpêkirin, pêşde diçin.

    Li gorî agahiyan, hêzên han vê sibehê seat 03.00 ji aliyê bajarokê Til Berak operesyona xwe xistin tevgerê û di encamê de gundê Xirbetla Mimezin ku 10 km dikeve başûrê rojavayê Til Berak. Herwiha duhî gundê Xirbetla Biçûk û gundê Reyis hatin girtin.

    Dîsa îro li aliyê bajarê Hesekê jî Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê dest bi operesyonê kir û di encamê de 9 gund ji DAIŞê hatin stendin.

    Duhî danê sibê gundê bi navê Şucae el Faris li nêzîkî bajarê Til Hemîsê ji çekdarên DAIŞê standin. Hat gotin ku di wê operasyonê de komek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ziyanek mezin gihîşt wan.

    Operasyona Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina başûrê Hesekê, pêr 31ê Cotmehê bi piştevaniya balafirên şer ên hêzên hevpeymaniya navdewletî dest pê kiribû, didome.

    Bi heman mijarî:

    AKPê bû desthelat
    HDPê li 16 bajarê parlamenter wenda kir
    Nîsêbîn: Welatiyek şewitî û 25 jî birîndar in (hat nûkirin)
    'PKKê AKP kir iqtîdar'
    Çend milyon hilbijêr neçûn ser sindoqan?
    Etîketan:
    YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de