22:31 23 Tebax 2017
Zindî
    Teqîn

    Nîsêbîn: Welatiyek şewitî û 25 jî birîndar in (hat nûkirin)

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30502

    Li Nisêbînê di marketekê de teqîn pêk hat û ji ber dijwariya teqînê market ket rewşa nayê bikar anînê û welatiyek jiyana xwe ji dest da, 25 welatî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şevê din li marketa li ser komana Sakaryayê ya taxa Selahattîn Eyubî ye teqîneqeke nayê zanîn ji ber çi qewimî pêk hat û welatiyek jiyan xwe ji dest da. Piştî teqînê ku agir derket bandora xwe li derdora kargehên derdorê jî kir û xesarek mezin pêkhat. Ji ber şewatê tevahiya marketê şewitî û agir bandora xwe li avahiya ser marketê jî kir.

    Piştî demek kin ekîbên agirkujiyê yên Nisêbînê hatin cihê bûyerê mudaxeleyî şewatê kir. Li ser mezinbûna agir gelek ekîbên agirkujiyê ji navenda Mêrdînê hatin alîkariyê û ketin nav xebatên vemirandina şewatê. Maşîneyên agirkujiyê ji aliyekî ve agir vemirandin û ji aliyekî ve jî welatiyên di avahiyê de asê mabûn, tahliye kirin.

    Di teqînê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 25 welatî jî birîndar bûn. Ji 25 welatiyên birîndarkirî Mehmet Emîn Kazan (35), Emîne Vural (33), İvan Herem (30) û Zekî Muhammed sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Hate hînbûn ku talûkeya wan a jiyanî nîne.

    Welatiyên ji ber şewat û dumanê birîndar bûn navê wan wiha ye: "Mehmet Alî Kazan (30), Hatice Kazan (16), Mehmet Kazan (42), Halîme Kazan (15), Bêrîvan Kazan (12), Hasan Kazan (28), Habîp Kazan (29), Latife Aş (61), Abdulazîz Aş (66), Aziz Bedirhan Aş (5), Hasan Dunar (16), Cengîzhan Alpar (21), Mazlum Dağ (24), Abbas Çakir (21), Rêzan Ağırman (25), İmran Kardaş (34), Mahmut Vural (2), M. Can Erakatay (17) û Mehmet Başak (41)."

    Bi heman mijarî:

    Li Bedlîsê teqîna mayinan
    Li Şemzînanê teqîn û şer
    Li Geverê teqîn: Çawîşekî pispor birîndar e
    Li Qamişlo teqîn, birîndar hene
    Etîketan:
    Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de