03:38 21 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Sûriye: Hatina leşkerên amerîkî tê wateya êriş û îşxalê

    © Foto: Facebook/Yuri Biryukov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 801

    Hikumeta Şamê li hemberî biryara hatina leşkerên amerîkî nerazîbûna xwe nişanda û got, em ê vê êriş û îşxal bihesibînin.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê Sûriyeyê Şerîf Şehadet ji ajansa nûçeyan a APê re axivî û got, heke Amerîka bêyî destûra hikumeta Sûriyeyê leşkerên xwe bişîne em ê vê wekî êriş û îşxal bihesibînin.

    Amerîka dixwaze bêje li Sûriyeyê ez jî heme

    Şehadet di berdewamiya axaftina xwe de got, ev çi bû piştî 5 salan Amerîka biryara şandina leşkeran bo Sûriyeyê da. Leşkerên Amerîkayê li bejahiyê naghîjin tu encamê, tenê Washîngton dixwaze bêje li Sûriyeyê ez jî heme.

    Kery, ev biryar nayê wateya ku em ê tevlî şer bibin

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kery ragihand ku, biryara Barak Obama ku 50 leşkeran bişîne Sûriyeyê nayê wateya ku em ê li Sûriyeyê tevlî şer bibin. Ev biryar ne ji bo helwesta Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad hatiye standin, bêtir ji bo DAIŞê û operasyonên hêza hevpeyman ev biryar hatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Mehmûd Osman: 'Dibe HDP dengên xwe zêde bike'
    Balafireke nenas pêşmerge bombebaran kir
    TAYBET - Li Amedê pîrozbahiya serkeftinê ya pêşwext û ji HDPê hişyarî
    Hikumeta Iraqê hinartina petrola Ceyhanê rawestand
    Artêşa Sûriyeyê 8 gund ji destên DAIŞê rizgar kirin
    Etîketan:
    Şerîf Şehadet, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de