11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    HDP mîtîng hilbijartin

    Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ji kurdan re 'serkeftina hilbijartinê' xwest

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê li ser navê hereketê xwe di hilbijartinên Tirkiyayê de ji bo kurdan serkeftin xwest.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Rêbiwar Hemed ji Rûdawê re ragihand ku ew ji bo encamên hilbijartinên Tirkiyayê û aramiya deverên kurdî hêvîdar in. 

    Rêbiwar Hemed wiha got: ‘Mixabin ew demek e aramiya deverên kurdan di xetereyê de ye û rewşa aştiyê têk çûye. Em hêvîdar in ku encamên hilbijartinên Tirkiyayê ji bo kurdan bibe sedema vegera aramî û aştiyê.'

    Hemed herwiha ji kurdan re serkeftin xwest û got: ‘Em hêvîdar in ku kurd di hilbijartinan de serkeftinê bi dest bixînin û bi awayeke wisa ku bibe sedema bidestxistina mafên wan.'

    Îro ji serê sibehê ve hilbijartinên heyama 26mîn a Parlamentoya Tirkiyayê dest pê kir û kurd bi du partiyan Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî hilbijartinê bûn.

    Etîketan:
    kurdî, hilbijartin, Kurdistan, Kurd, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Rêbiwar Hemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de