13:01 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Balafireke nenas pêşmerge bombebaran kir

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39502

    Kerkûkî ragehand ku firokeyek nenaskirî Hêzên Pêşmerge bombebaran kir.

    Navenda Nûçeyan — Fermanderê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragehand, ‘firokeyek nenas Hêzên Pêşmerge bombebaran kir û gûman heye ku ev balafir ya Iraqê be.

    Kemal Kerkûkî ji rojnameya Elşerq Elewset a Londonê re ragehand, ‘berî du rojan firokeyek nenaskirî baregehên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê bombebaran kir. Wê firokeyê gundê Kubeybe bombebaran kiriye ku baregehên me lê ye, lê tu ziyan negişt baregeha me, roja piştre jî firoke hate ser gund û beşek ji gundê Kubeyba û gundê Mezîrya da ber rokêtan.'

    Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, me pêwendî bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir da em bizanin ku ew firoke ya wane an na, lêbelê wan red kiriye ku ew firoke ser bi hêzên wan ve be. Me pêwendî bi Hikûmeta Iraqê jî kiriye wan jî red kirine ku ew firoke bi fermana wan derketibe û ew dever bombebaran bike, lê em bi gomanin ku ew firoke Iraqî be jiber berî 15 rojan firokeyek din ew gund bordûman kir ku ew dever di bin destê Pêşmerge de ye û tu bingehekî DAIŞê li wê deverê tuneye.

    Kemal Kerkûkî da zanîn ku ‘wê demê me pêwendî bi odeya operasyonan kir û piştî lêkolînê diyar bû ku ew firoke Iraqiye, wê demê hikûmeta Ebadî jî ragehandin ku ev buyer nema tê dûbare kirin.'

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Li Amedê pîrozbahiya serkeftinê ya pêşwext û ji HDPê hişyarî
    Hikumeta Iraqê hinartina petrola Ceyhanê rawestand
    Artêşa Sûriyeyê 8 gund ji destên DAIŞê rizgar kirin
    ROJAVA - Gundek ji destê DAIŞê hate derxistin
    Ahmed Turk: Dewlet dixwaze bandorê li ser hilbijartinan bike
    Etîketan:
    Kemal Kerkûkî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de