07:32 21 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê 8 gund ji destên DAIŞê rizgar kirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Artêşa Sûriyeyê di van du rojên dawî de li Helebê 8 gund ji destê DAIŞê rizgar kirin û DAIŞê jî li Himûsê bajarokê Mahînê bidest xist.

    Navenda Nûçeyan — Li Sûriyeyê di navbera artêşa hikumetê û grûbên terorîst de pevçûn berdewam e. Çavkaniyekî ku ji Spûtnîkê re axivî û ragihand, Artêşa Sûriyeyê duhî li Helebê 6 gund û îro jî gundên Selasîl û Tel Daden rizgar kirin.

    Li Mahînê du leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

    Her wiha li Himûsê jî DAIŞê bakarokê Mahîn bidest xist. Hat ragihandin ku di şerê navbera Artêşa Sûriyeyê û DAIŞê de du leşkerên Artêşa Sûriyeyê hatin kuştin. Çavkaniyekî ku ji ajansa RİA Novostiyê re axivî û got, hêzên terorîst berî ku Artêşa Sûriyeyê têkeve bajarokê Mahînê cihekî kontrolê bi wesayita bombeyi teqand û li gorî zanyariyên me du leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Piştî wê DAIŞ kete bajarokê Mahînê.

    Terorîstan otobûs dan sekinandin û rêwî revandin

    Li gorî daxuyaniya miduriyeta xeraja Efrînê rêxistina Ehrar-uş Şam li ser rêya Efrîn û Helebê otobûseke ku rêwî têde bûn sekinand û rêwî revandin. 3 rêwiyên jin yê otobûsê xwe ji destên wan xelaskirin û vegeriyan. Hejmara rêwiyê ku hatine revandin nayê zanîn.

    Bi heman mijarî:

    Encamên hilbijartinê diyar bû
    ROJAVA - Gundek ji destê DAIŞê hate derxistin
    Ahmed Turk: Dewlet dixwaze bandorê li ser hilbijartinan bike
    Li Deryaya Egeyê karesat: '6 jê zarok 11 kes xeniqîn'
    Rûsya bersiva îdiayên ‘balafir DAIŞê avêt' da
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de