20:39 16 Tebax 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Encamên hilbijartinê diyar bû

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1937410

    Li gorî agehiyên berdest AKP bi tena serê xwe dibe desthilatdar û HDP jî bi ser benda hilbijartinê re gav dike.

    23:00 — Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyayê, % 98.4ê sindoqan hatin vekirin û dengên wan hatin jimartin.

    Wisa xuya dike ku AKPê heta niha %49.4ê dengan bidest xistiye û bi vî awayî dikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî %10.7ê dengan bi dest xistiye û bi vê rêjeyê benda hilbijartinê ya %10 derbas kiriye. Herwiha li gorî van encamên berdest AKP 316 parlamenteran û HDP 59 parlamenteran dişîne Parlamentoya Tirkiyayê.

    22:30 —Wekilên ji herêma kurdan derketin wiha ne:

    Semsûr:  HDP: 1   AKP: 4

    Agirî: HDP: 3 — AKP: 1

    Erdexan: AKP: 1 —CHP: 1

    Dîlok: HDP: 1 — AKP: 8 — CHP: 2

    Êlih: HDP: 3 — AKP: 1

    Bedlîs: HDP: 2 — AKP: 1

    Çewlîk: HDP: 1 — AKP: 2

    Dêrsim: HDP:1 — CHP: 1

    Amed: HDP: 9 — AKP: 2

    Elezîz: AKP 4

    Erzingan: AKP 2

    Erzirom: AKP: 5 — MHP: 1

    Colêmerg: HDP: 3

    Idir: HDP: 1 — AKP: 1

    Qers: HDP: 1 — AKP: 2

    Meletî: AKP: 5 — CHP: 1

    Mereş: AKP: 7 — MHP: 1

    Mêrdîn: HDP: 4 — AKP: 2

    Mûş: HDP: 2 — AKP: 1

    Sêrrt: HDP: 2 — AKP: 1

    Şirnex: HDP: 4

    Riha: HDP: 3 — AKP: 9

    Wan: HDP: 6  AKP: 2

    21:21 — Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ceyran hatiye qutkirin.

    21:15 — Piştî jimartina dengan dest pê kir him li ajansên tirk him jî weşanên televizyonan derbarê encaman de agahiyên cûda cûda didin.

    Li gorî nûçeya DÎHAyê hat ragihandin ku encamên sîstema HDPê dengê wê 11,7 dide nîşan.

    Tê zanîn ku tu şîrketeke vê encamê hate niha neanîbû ziman û gelek derdoran jî derbarê vê mijarê de biguman in.

    20:43 — Li gorî nûçeya rojnameya Cuhuriyetê, hat ragihandin ku rojnamevan Erhan Çelik ku nêzî AKPê ye diyar kiriye ku Serokê Giştî yê MHPê îstifakiriye.

    Li gorî nûçeyên medyaya tirk jî, hat ragihandin ku piştî encamên hilbijartinê diyar bû Bahçelî talîmat daye ku dîwana partiyê ya MHPê bi awarte civîneke lidar bixe.

    Li ser vê yekê gelek derdoran vê civîna awarte weke îstifakirina Devlet  Bahçelî nirxand.

    Lê derbarê vê mijarê de ji MHPê tu hêj daxuyanî nehatiye dayîn.

    20:27 — Li Amedê welatiyên ku li ber avahiya HDPê encamên hilbijartinê dişopandin rastî êrişa polêsan hatin.
    Li gorî agahiyên Sputnikê bi dest kiriye, dengê çekan ji cihê bûyerê tê û hat îdiakirin ku keseke birîndar bûye.
    Hat ragihandin ku êrişa polêsan berdewam dike.

    20:15 — Tê zanîn ku encamên fermî yê hilbijartinê ji malpera YSKyê tê eşkerekirin.

    Di van seetan de hat ragihandin ku YSKyê sistema encamên hilbijartinê li ser malpera xwe qut kiriye.

    ysk
    © Foto: Bianet
    ysk

    19:45 — HDPê di hilbijartinên îro de heta niha li çend cihan îxlalkirin pêk hatibe weke di nav nexşeyê nîşankirî weşand.

    nexşeya îxlalkirinan
    © Foto: imc tv
    nexşeya îxlalkirinan

    Hat ragihandin ku îxlalkirin û hîle herî zêde li Stenbolê pêk hatiye û gelek muşahitên wan hatiye tehdit kirin.

    Her wiha li gelek bajarên kurdan  bi dehan îxlalkirin jî pêk hatiye û gelek muşahîd hatine binçavkirin.

    19:30 Li Cizîrê polêsan destûr nedan ku welatî ji bo ewlehiyê bi sindoqan re biçin navenda hilbijartinê. Hat ragihandin ku polêsan bi ava şîd û bombeyên gazê êrişî welatiyan kirine.

    Cizîr
    © Foto: cizrenews.com
    Cizîr

    19:15 — HDPê bang li wezîfedarên ser sandoqan kir û got: ‘ Encamên di televizyonan de tê eşkerekirin şaş e. Bila kes terka sandoqan neke.'

    Genel Merkezimizden ACİL DUYURU….İlçe örgütlerinin ve tüm yurttaşların dikkatine. Verilen rakamlar şişirilmiş…

    Posted by HDP Sosyal Medya on 1 Kasım 2015 Pazar

    18:50 — ÎDIR
    HDP: %48,26
    AKP: %33,55
    MHP: %14,53

    18:40 — Hat ragihandin ku li navenda Şirnexê ceyran hatiye birîn.

    #SonDakika | #Şırnak’ta kent merkezinde elektrikler kesildi.

    Posted by Dilek Öcalan on 1 Kasım 2015 Pazar

    18:20 — COLEMÊRG û ŞIRNEX
    Li gorî agahiyên herî dawî rêjeya dengên HDPê li Colemêrgê %89, li Şirnexê jî %87 e.

    18:15 — STENBOL

    HDP: %8,2
    AKP: %46,4
    CHP: %32,7
    MHP: %8,7

    18:00 — AMED
    HDP:  %77.17
    AKP: %18.55
    CHP:  %1.26
    MHP:  %0.52

    17:53 — BEDLÎS

    Hejmara Sindoqan: 807
    Sindiqên vekirî: 204
    HDP: %55 — 19.604
    AKP: %38 — 13.738

    17:01 — Serokê navçeyê ya AKPê hat binçavkirin
    Li gorî agahiyan serokê AKPê ya navçeya Payîzava yê Wanê Halit Toktaş bi hiceta li hemberî wezîfedarên sindoqê sîlah kişandiye hatiye binçavkirin.

    16:50Li navçeya Çinarê ya Amedê koma ku hevserokên navçeyê yê HDPê û DBPê jî tê de ne rastî êrişa AKPiyan hatin

    Li gorî nûçeya DÎHAyê di encama êrişê de serê Hevserokê DBPê ya navçeyê Maşît Bat şikestiye.

    16:40 — Hat ragihandin ku pollêsan li Mûşê li gelek rêyên barîkat danîye û ji çûyîn hatinê re girtiye.
    Li gorî agahiyan polêsan bi TOMA û wesayîtên zirxî rê girtine û gelek tax di bin dorpêçkirinê de ye.

    Li Mûşê gelek rê ji hêla polêsan ve hat girtin
    © Foto: ozgur gundem
    Li Mûşê gelek rê ji hêla polêsan ve hat girtin

    16.30 —Li ber dibistanên Agiriyê wesayîtên bêplaqe sekinîne

    Hat ragihandin ku li Agiriyê li ber gelek dibistanên ku lê deng tên bikaranîn wesayîtên bêplaqe hatin danîn.
    Ji hêla din ve hat gotin ku li dibistanan ablukaya polêsan berdewam dike û wesayîtên bêplaqe zêdehî li cihên ku dengên HDPê zêdetir derdikevin hatin ditîn. Her wiha welatî jî hêdî hêdî li ber dibistanan kom dibin.

    Li ber dibistanên Agiriyê wesayîtên bêplaqe sekinîne
    © Foto: facebook
    Li ber dibistanên Agiriyê wesayîtên bêplaqe sekinîne

    16:02 —Li bajarên kurdan dengdayîn bi dawî bû

    Li bajarên Adiyaman, Agrî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Gûresûn, Gûmûşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê ku dengdan ji saet 07:00 dest pê kiribû, saet 16:00 bi dawî bû.

    Hat ragihandin ku li gelek bajaran dest bi hejmara dengan kirine.

    14:45 LI RIHAYÊ RAYEDAR Û MUŞAHIDÊN HDPÊ RASTÎ LÎNCÊ HATIN

    Herwiha li taxa Yukarıkarataşê muşahidê HDPê yê bi navê İsmail Guntekin; li taxa Yeşillikê  muşahidên HDPê yên bi navên Mahmut Sancar û Ali Uluturker û li taxa Yolbilenê jî muşahidê HDPê yê bi navê Vedat Erdemci rastî êrişan hatin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

    Parlementera HDPê ya Rihayê Leyla Guven çû nexweşxaneyan, birîndar ziyaret kirin û wêneyê serdana şifaxêriyê li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandin.

    Li gundekî Eyûbiyeya Rihayê serokê desteya hilbijartinê yê li ser sindoqê Ibrahim Şahin rastî êrişê hat; bi birîndarê birin qereqolê, îfadeya wî girtin û paşê destûr danê ku here nexweşxaneyê.

     LI BEDLÎS Û WANÊ BINÇAVKIRIN

    Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê, di dema dengdayînê de li Dibistana 100.Yilê ya taxa Kumbetê di navbera HDPî û AKPiyan de nîqaş derket. Di encama nîqaşan de polîs hatin avahiya dibistanê û welatiyê bi navê Cesîm Tekîn binçav kirin.

    Li taxa Mollakasima navçeya Tuşbayê ya Wanê jî koma ku ji 20 kesan pêk tê di nav de Serokê AKPê yê Wanê Zahîr Soganda jî hebû xwestin bên cihên sindoqan û lê muşahîdê HDPê Îshat Derelî îtiraz kir. Li ser nîqaşa derket Derelî hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Tuşbayê.

    HEVSEROKÊ HDPÊ HAT BINÇAVKIRIN

    Li gorî agahiyan hat gotin ku dema Şahin û Kurt ji bo kontrolkirina muşahîtan diçin dibistanê ji hêla polêsan ve hatin binçavkirin.

    Hat ragihandin polêsan bi hinceta ‘li hemberî qanûna hilbijartinê muxalefetê kirine'  kesan binçav kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Ahmed Turk: Dewlet dixwaze bandorê li ser hilbijartinan bike
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Hilbijartin di bin gefa tîmên taybet de ye!
    30 hezar kurdên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan vegeriyan
    Heyetên navneteweyî wê hilbijartinên li bajarê kurdan bişopînin
    Kurdên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinê ji başûr vedigerin
    HDPê ji bo hilbijartinê bangî gel kir
    Etîketan:
    HDP, Vedat Erdemci, Ali Uluturker, Mahmut Sancar, Ismail Guntekin, Ibrahim Şahin, Îshat Derelî, Cesîm Tekîn, Kirklareli, Riha, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de