20:19 17 Tebax 2017
Zindî
    Şervaneke YPGê

    ROJAVA - Gundek ji destê DAIŞê hate derxistin

    © Flickr/ Kurdishstruggle
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 103 0 0

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk duh li başûrê bajarê Hesekeyê operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê li dar xistin û operasyonê îro jî berdewam kir.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rizgarkirina başûrê Hesekê, duh bi piştgiriya balafirên şer ên hêzên hevpeyman dest bi operasyonekê kiribû û îro li başûrê bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê êrişî çekdarên DAIŞê kir û di encamê de gundek ji destê vê rêxistina terorîst derxistin.

    Li gorî agahiyên berdest, îro danê sibehê gundê bi navê Şucae el Faris ê li nêzîkî bajarê Til Hemîsê bi operasyonekê ji çekdarên DAIŞê hatiye standin û hinek çekdarên wê hatine kuştin û ziyaneke mezin  gihiştiyê. Herwiha tê plankirin ku operasyon ber bi bajarokên Holê, Şedadê û Mergeda yên başûrê Hesekê were berfirehkirin.

    Her wekî tê zanîn Hêzên Suriyeya Demokratîk 12ê Cotmeha 2015an avabûna xwe ragihandibû. YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Burkan El Furat, El Senadîd, Ceyş El Suwar û hinek komên din ên leşkerî biryar dabûn ku di bin banekî yekgirtî de biryargeheke navendî damezrînin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka hêzeke taybet ya operasyonî dişine Rojavayê
    Rojavayî vedigerin cih û warên xwe
    ROJAVA - YPGê bajareke din jî rizgar kir!
    YBŞ: ‘PDK rêya Şengal-Rojava digire'
    Aqûbeta 13 kurdên Rojavayê ne diyar ê
    Bakû: Em rastî zordestiya dewletên rojava tên
    Erdogan: Em tucarî bakûrê (Rojava) Sûriyeyê nakin qûrban
    Heyeta Rojava li Moskovayê bi xwendekarên zanîngehê re hevdîtin pêk anîn
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de