10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    AKP

    SKANDAL- MHP: 'AKPê saet 01:15ê şevê dengên xwe bi kar anîn'

    © Foto: Fib Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 615 0 0

    Parlementerê MHPê Şaredarê AKPyî yê ku dengê xwe saet 01:15ê şevê bi kar anî da mehkemeyê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke vîdyoyî ya rojnameya Cumhuriyetê, Şaredarê Goynuceka Amasyayê yê AKPyî Kemal Şahin saet 01:15ê şevê dengê xwe bi kar anî û wêneyê pûsileya xwe ya morkirî li ser hesabê xwe yî Facebookê weşand.

    Di vê navberê de Parlementerê MHPê yê Amasyayê Mehmet Sari bi vê yekê hesiya û telefonî Şahin kir.

    Şahin di bersiva xwe de got ku wî ew wêne rakiriye û Sari jê pirsî: Ma ev pûsile li mala te ne? Şahin jî mijar kurt birî û telefon di ser de girt.

    Li ser vê yekê Parlementer Mehmet Sari daxuyaniyek da û giliya vê yekê li dozgeriyê kir.

    Hêjayî gotinê ye ku MHPê di hilbijartina borî de ji ber kêmasiya 600 dengî nikaribû bi dest bixîne.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê endamê meclisêji AKPê îstîfa kir derbasî DBPê bû
    Parlementerê AKPê Metiner ji biryara kayyumê ‘nerehet' e
    Demîrtaş: Fûat Avnî bi kêrî AKPê tê
    Afîşa AKPê ya bi kurdî bû pêkenoka hilbijartinê
    Wekilê AKPê yê berê: 'Davutoglu gefan li kurdan dixwe'
    Davutoglu jî kevneşopiya AKPê domand: Qanûnnameya nû
    Etîketan:
    sextekarî, hilbijartin, AKP, MHP, Tirkiya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de