01:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Kîjan serokî li kuderê denge xwe bi kar anî?

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Îro li Tirkiyê hilbijartinên giştî tên kirin. Lîder û serokên partiyên siyasî jî hêdî hêdî dengên xwe didin.

     

    Navenda Nûçeyan — Serokê Giştî yê AKPê û namzedê wê partiyê yê bajarê Konyayê Ahmet Davûtoglu dengê xwe avêt sindoqê.

    Davûtoglu ku namzedê AKPê yê Konyayê ye, piştî ku dengê xwe avêt sindoqê, daxuyaniyek da û got, em hêvîdar in ev hilbijartin bibe sedema geşbûna demokrasî û aramiyê. Encamên hilbijartinan çi dibin bila bibin, divê her kes qebûl bike û got, înşala ezê "Axaftina Balkonê" jî bikin.

    Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdulah Gul dengê xwe li navçeya Beyko

    za Stenbolê li dibistana Çubuklu bi kar an

    Abdulah Gul ji bo deng dayinê tenê çû dibistana Çubukluya Beykozê. Gul beriya deng dayinê ji hêla gel ve bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin û hinek hemwelatî jî wêne pê re kişandin.

    Piştî Davûtoglu û Abdulah Gul, Serokê CHPê Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî dengên xwe dan.

    Kiliçdaroglu û Bahçelî li paytextê Enqereyê çûn ser sindoqan û dengên xwe dan.

    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî ku dengê xwe da, daxuyaniyek da û got, gelên Tirkiyeyê şer naxwazin aştiyê dixwazin. Em ji şer û tundiyê nefret dikin.

    Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî piştî ku dengê xwe da got, ‘ez hêvîdar im ev hilbijartin bibe sebeba xêr û aramiyê, her wiha bibe destpêka xêrê di paşeroja miletê me de.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş dengê xwe bi kar anî
    Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 11 kuştî
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Hilbijartin di bin gefa tîmên taybet de ye!
    Ji HDPê û DBPê bangeke gelekî girîng
    Rewşa Şengalê ya dawîn
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de