02:18 24 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demîrtaş dengê xwe bi kar anî

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dengê xwe saet di 10:00 de li Sûltanbeylî ya Stenbolê bi kar anî.

    Navenda Nûçeyan - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dengê xwe saet di 10:00 de li Sûltanbeylî ya Stenbolê bi kar anî. Demîrtaş piştî ku dengê xwe bi kar anî daxuyaniyeke kurt da û ji bo welatekî aram û bi jiyaneke aştiyane, hêvî û bendewariyên xwe anî ser ziman.

    Selahatîn Demîrtaş di daxuyaniya xwe de ragihand û got, ‘hevalên hêja, îro ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hilbijartineke gelekî girîng pêk tê. Hêvîdarim encamên ku ji hilbijartinên îro derkevin holê, wê ji bo tevahiya welêt bi xêr be. Ji bo welatekî bi jiyaneke aştiyane û aramiyê, bila encameke baş be.

    Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘kampanyayeke zor û zehmet bihurî. Me mirovên xwe ji dest dan. Hêvîdarim wê encamên derkeve holê, ji malbatên wan re bibe teselî. Bila her kes heta êvarê dengê xwe bi kar bîne. Bila encamên wê ji bo avakirina demokrasiyeke xurt, bi xêr be.'

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 11 kuştî
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Hilbijartin di bin gefa tîmên taybet de ye!
    Ji HDPê û DBPê bangeke gelekî girîng
    Rewşa Şengalê ya dawîn
    Gerîlayekî di kemînê de jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    HDP, Selahatîn Demîrtaş, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de