11:09 23 Tebax 2017
Zindî
    Tîmên taybet

    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Hilbijartin di bin gefa tîmên taybet de ye!

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 104 0 0

    Endamê şandeya İmraliyê û parlementerê HDPê yê Amedê İdris Baluken dengê xwe li Dibistana Yenişehirê ya Amedê da.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Endamê şandeya İmraliyê û parlementerê HDPê yê Amedê İdris Baluken li ser sindoqa hilbijartinê peyv li ber gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xist. Erdogan di bernameyekê de gotibû ‘Camêr rabûye dibêje ‘Amed', Amed çi ye îcar, xêr e' Li ser vê gotinê İdris Baluken bêyî ku navekî bibêje peyv li ber Erdogan xist û li ser sindoqê got ‘Ev sindoq wê bibe bersiv ji bo ew kesên nizanin ku Amed çi ye!'

    Piştî deng da Baluken li ser hilbijartina bajarê Amedê ji Sputnik Kurdistanê re axivî. ‘Em hêvî dikin ku encama vê hilbijartinê bi xwe re aştî, azadî û demokrasiyê bîne. Heta vê saetê hîn tiştek neqewimiye li Amedê. Bes li Surê û li Bağlarê, tîmên taybet bi wesayîtên mezin û bi çekên giran di hewşên dibistanan de sekinîne. Nayê qebûl kirin, ew ne tiştekî qanûnî ye, me serî li rêvebiran da.'

    Baluken got 'Bi xêr îşev dê bi saya HDPê desthilatdariyê AKPê hilweşe. HDP dê vî gelî ji zilma AKP bifilitîne' û texmîna xwe ya hilbijartinê re jî ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir.

    Li gor texmîna Baluken, dê HDP dê îcar ji Amedê 11 parlementeran derbixe û li tevahîya Tirkiyeyê jî rêjeya dengên HDPê ji %15 be.

    Di encama hilbijartina 7ê Hezîranê de ji Amedê 10 parlementerên HDPê û yek jî yê AKPê derketibû. Herwiha HDPê li tevahîya Tirkiyeyê ji %13.1ê dengan sitendibû.

    Bi heman mijarî:

    Ji HDPê û DBPê bangeke gelekî girîng
    Rewşa Şengalê ya dawîn
    Gerîlayekî di kemînê de jiyana xwe ji dest da
    30 hezar kurdên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan vegeriyan
    Tirkiye: Me 50 çekdarên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    HDP, Îdrîs Baluken, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de