09:50 18 Tebax 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Li Tirkiyayê dengdayînê dest pê kir

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Gelên Tirkiyeyê di saetên serê sibehê ji bo parlamentoya serdema 26'emîn diyar bikin diçin ser sindoqan.

    Navenda Nûçeyan — Gelên Tirkiyeyê di saetên serê sibehê ji bo parlamentoya serdema 26'emîn diyar bikin diçin ser sindoqan. Dengdayînê li rojhilatê Tirkiyeyê û bajarên Derya Reş seet di 16.00'an de li bajarên rojava jî saet di 17.00'an de bi dawî dibe. Piştî ku dengdayîn bi dawî bibe dê sindoq bên vekirin. Encamên hilbijartinan jî dê seet di 21.00'an de bên weşandin.

    Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê 54 milyon û 49 hezar û 940 hilbijêr hene. Di 7'ê Hezîranê de çûyîna radeya li ser sindoqan ji sedî 83.92 bû û ev radeya herî zêde ya di salên dawî bû. Li bendê ye ku radeya tevlibûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê zêdetir be. li aliyê din li derveyî welat radeya tevlibûnê gihîşt ji sedî 42.3'yan û li gorî 7'ê Hezîranê ji sedî 5,47 zêde bû.

    Qedexeyên roja hilbijartinê

    Pêşmerge - operasyon - Mûsil
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Ji bo roja hilbijartinê qedexeyan jî dest pê kir. Serê sibehê saet di 06.00'an de qedexeyên wekî "firota vexwarinên bi alkol" "girtina cihên kêfê" "jibilî peywidarên emniyetê çek negirtin" dê heta seet 24.00'an berdewam bike.

    Radyo û hemû weşan heta saet 18.00'an dê têkîldarî hilbijartin û encamên hilbijartinan nûçe, texmîn an jî şîroveyan nikarin bikin. Di weşanan de saet di 18.00-21.00'an de ancax nûçe û teblîgên ji aliyê YSK'ê vê tên dayîn dikare bê weşandin.

    Hemû weşan saet di 21.00'an de serbest bin lê heke YSK pêwîst bibîne beriya 21.00'an jî dikare weşanan serbest bihêle.

    Bi heman mijarî:

    YNKê ji bo HDPê serkeftin xwest
    Pêşmerge xelat da malbatên YPGê
    Li hemberî Bexdayê PDK piştgiriyê dide Kerkûkê
    Li Stenbolê hejmara miriyan bû 23
    K24 (Kurdistan 24) îro dest bi weşanê kir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de