02:39 17 Tebax 2017
Zindî
    AKP

    YNKê ji bo HDPê serkeftin xwest

    © Foto: HDP Navend
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41710

    Rêveberiya YNKê di hilbijartinên sibê de ji HDPê re serkeftin xwest

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl derbarê hilbijartinên 1ê Mijdarê yên Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û diyar kir ew hêvî dike ku parlamenterên kurd serbikevin û bi awayekî herî baş nûneritiya kurdan bike.

    Kosret Resûl di daxuyaniya xwe de sekeftin ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest û wiha got: 'Ez hêvî dikim ku HDPê dê dengê xwe zêde bike û dengên wê bibe wesileya aştî, demokrasî û jiyana hevpek ve.'

    Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berham Salih jî drstnîşan kir ku hilbijartinên 1ê Mijdarê dîrokî ne û got, beşdarbûna HDPê û gelê kurd ji bo bicîkirina demokrasiyê gelekî girîng e.

    Berham Salih herwiha anî ziman, heta ku mafên kurd neyên dayîn dê li Rojhilata Navîn demokrasî, azadî û aştî bicih nabe.

     

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo hilbijartinê bangî gel kir
    Partiyên Kurd piştgirî dan HDPê
    Li gorî şirketa nêzikî AKPê jî dengên HDPê ber bi zêdebûnê ve diçin
    Gul: 'Tu meşrûiyeteke çekdariya kurdan tuneye û hebûna HDPê jî girîng e
    HILBIJARTIN - AKP: % CHP: % MHP: % HDP:%
    Etîketan:
    HDP, YNK, Kosret Resûl, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de