17:10 19 Mijdar 2017
Zindî
    Hilbijartinên li Tirkîyeyê

    Heyetên navneteweyî wê hilbijartinên li bajarê kurdan bişopînin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Li ser banga HDPê nêzî 300 çavdêrên siyasî yên navneteweyî wê sibe hilbijartinên 19 bajarên Kurdistanê bişopînin.

    Navenda Nûçeyan - HDPê ji bo di 1ê mijdarê de hilbijartineke adil, zelal û demokratîk pêk bê banga ‘Bibin çavdêrên siyasî' li raya giştî ya navneteweyî kir û ev bang cihê xwe girt.

    Li gorî nûçeya DÎHAyê nêzî 300 çavdêrên siyasî biryar girtin ku di serî de li Amed, Wan û Stenbolê li 19 bajaran sibe wê  hilbijartinan bişopînin.

    Hin ji çavdêrên serbixwe yên navneteweyî yên ji parlamenter û aktîvîstên mafê mirovan ên piraniya wan ji Ewropayê tên ev in:

    ‘Partiya Çep a Fransa, Partiya Komunîst a Fransa, Koma Keskan a Parlamentoya Ewropa, Parlamenterên Meclîsa Katalan, Partiya Aralar a Bask, Partiya Çep a Elmanya, Partiya AKEL a Qibris, Partiya Yekgirtî ya Parlamentoya Ewropa (GUE/NGL), Konfederasyona Sendîkayên Îtalya (COBAS), Partiya Sosyalîst a Norwec, Partiya Sor a Norwec, Partiya Gelan a Sosyalîst a Danîmarka, Partiya Sor-Kesk a Tifaqê ya Danîmarka, Partiya Demokrat a Sosyal Swêd, Partiya Çep a Swêd, ji Îngîltereyê nûnerên parêzer û civaka sivîl û ji rêveberiya Herêma Kurdistan a Iraqê nûnerên YNK'ê.'

    Hat ragihandin ku di nav heyetê de her wiha sendîkavan, rêveberên xwecihî, parêzer, rojnamevan, akademîsyen û xwendekar jî cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo hilbijartinê bangî gel kir
    Partiyên Kurd piştgirî dan HDPê
    Li gorî şirketa nêzikî AKPê jî dengên HDPê ber bi zêdebûnê ve diçin
    ‘Ji bo edaletê dengên me ji HDPê re'
    Demîrtaş rêjeya dengên HDPê eşkere kir
    Federasyona Ermenîyan a Ewropayê ji bo piştgiriya HDPê bang kir
    Etîketan:
    Konfederasyona Sendîkayên Îtalya (COBAS), Partiya Demokrat a Sosyal Swêd, Partiya Gelan a Sosyalîst a Danîmarka, Parlamenterên Meclîsa Katalan, Partiya Çep a Fransa, HDP, Wan, Stenbol, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de