16:41 18 Hezîran 2018
AKP

Partiyên Kurd piştgirî dan HDPê

© Foto : HDP Navend
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 31

Nûnerên gelek partî û tevgerên Kurdistanê piştgirî dan HDPê û bang li hilbijêran kirin, ku dengên xwe bidin HDPê.

Ji hilbijartinên 1ê Mijdarê re 3 roj man. Tê dîtin ku çiqas diçe li bajarên kurda zext, girtin û bêhiqûqî zêdetir dibin.

Di vê demê de gelek partiyê Kurdistanê jî daxuyanî dan ku wê piştgirî bidin HDPê. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, Parlamenterê YNKê Arez Abdullah û Berdevkê Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Rawaz Halkawt ji anfê re axivîn û bang li hemû derdoran kirin ku dengên xwe bidin HDP'ê.

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir da xuyakirin ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd siyaseteke taybet dimeşîne û diyar kir ku ji bo pûçkirina van polîtîkayan divê hemû derdor li cem HDPê bicivîn.

Parlamenterê YNKê Arez Abdullah jî  anî ziman ku partî û lîderên Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade ne û ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê ev bang kir: ‘Divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê destekê bidin HDPê. Eger HDP cihê xwe di parlamentoyê de bigire wê ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan bibe şansek. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan, divê her kes destekê bide HDPê.'

Berdevkê Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Rawaz Halkawt jî anî ziman ku weke tevger ew destekê didin hemû gelên Kurdistanê yê li hemberî zext û şîdetê li ber xwe dide, silav dikin. Halkawt got: ‘Tevgera Goran di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bi awayekî aktîf destek da HDPê. Em vê desteka xwe îro jî dewam dikin.'

 

Bi heman mijarî:

HILBIJARTIN - AKP: % CHP: % MHP: % HDP:%
HDP wê ji MHP zêdetir dengan hilgire
HDP ji bo kesên di hilbijartinê de diçin welêt re bilêt dibire
HDPê ji bo ewlehiya sindoqan bang li her kesî kir ku bibin muşahîd
Hereketa Azadiyê: 'Îtifaqa me bi HDPê re berdewam e û em destekê jî didinê'
Etîketan:
Tevgera Azadiyê, Tevgera Goranê, YNK, Rawaz Halkawt, Arez Abdullah, Şîlan Şakir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de