12:42 25 Îlon 2017
Zindî
    Koçber

    Aqûbeta 13 kurdên Rojavayê ne diyar ê

    © AP Photo/ / Darko Bandic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Belemeke din a koçberên Rojava di nav deryaya Egeyê de nuqim bû û 13 kes ji malbatekê di wê bûyerê de xeniqîne.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyekê ji malbata wan 13 kesên ji Rojava di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, roja 21ê vê mehê belema wan her 13 kesan di nav deryaya egeyê de bin av bûye û di encamê de her 13 kes xeniqî ne.

    Xalid Hisên Tirwazî ku endameke heman malbatê ye, herwiha got, ku heya niha termên wan kesan nehatine dîtin û hewlên bo dîtina termên wan 13 kurdên Rojava heya niha bêmifa bûne.

    Xalid Hisên da xuyakirin, ku wan serdana zêrevanên beravên Tikriyeyê kiriye û daxwaza dîtin û derxistina termên kesên xwe kiriye, lê belê heya niha ew term nehatine dîtin û Hikûmeta Tirkiye ew term ji avê dernexistine.

    Roja 21ê Cotmehê belemeke koçberan ku 25 kes ji Rojava têde bûn, di nav deryaya Egeyê nuqim bû û tenê 12 kes ji wan hatin rizgarkirin û çarenivîsa ewên din nexuya ye û termên wan jî nehatine dîtin.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Koçberê ku ji kameramana Macar tekme xwar endamê EL Nûsra bû
    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
    Waliyê Edirneyê: 'Koçber hetanî 3 rojan neçin em ê zorê bi kar bînin'
    Qeyîka koçberan bin av bû, 22 koçber xeniqîn
    Li Derya Egeyê hinek kesên nenas bi çekan êrişî koçberan dikin
    Etîketan:
    Kurd, Koçber, Xalid Hisên, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de