17:39 26 Îlon 2017
Zindî
    Polês, operasyon

    'Li Amedê operasyonên li ser DAIŞê ji bo berjewendiyên AKPê hat li dar xistin'

    © Sputnik/ / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 266 0 0

    Parlementerê HDPê Îmam Taşçier li ser operasyona ku îro li Amedê li dijî DAIŞê hat li dar xistin Sputnikê re axivî.

    Amed — Parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier îdia kır û got: 'Ew kesên ku îro li Amedê hatine kuştin eger li bajarên kurdan berî hilbijartinê bombe biteqandana wê hesab ji AKPê bihata pirsîn. 'AKPê vê yekî baş dizanibû, loma jî polêsan li Amedê ji bo berjewndiyên AKPê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistin''

    Taşçier destnişar kir ku heta niha yê ku çek û cebilxaneyê dide DAIŞê AKP ye û got: ‘Teqînên li Amedê, Pirsûsê û Enqereyê DAIŞê pêk anî lê hikumetê li hemberî DAIŞê tu operasyon pêk neanîn. Bi zanebûn û eşkere AKPê heta niha piştgiriya DAIŞê kiriye. Piştî vê operasyona li Amedê dibe ku ji îro pê ve piştgiriya DAIŞê neke. Çinku teqîn zêde çêbibin wê AKP bi xwe jî bikeve zor û zehmetiyê û kurd û tirk tev wê li hember AKPê bisekinin.''

    Parlementerê HDPê, bal kişand ser gumana teqînen nû û wiha axivî:

    'Ji bo hejmarên malan di dest me de agahiyên fermî tine ne lê em dizanin ku li bajarên kurdan gelek malên DAIŞê hene. Li Rojavayê DAIŞ û Kurd şerê mirin û mayînê dikin. DAIŞ dixwaze li bakurê welêt jî bi kurdan re şer bike'

    Di operasyona ku îro ji aliye tîmên taybet yên Miduriyeta Ewlehiyê ya Amedê ve hatibû li dar xistin de 7 çeteyên DAIŞê hatibûn kuştin û 12 jî bi saxî hatibûn girtin. Her wiha di operasyonê de du tîmên taybet yên Miduriyeta Ewlehiyê ya Amedê jî ji aliye çeteyên DAIŞê ve hatibûn kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji bo edaletê dengên me ji HDPê re'
    Ji HDPê ji bo Serokê HAK-PARê peyama sersaxiyê
    Şikberê ku agir berda navenda HDPê serbest hate berdan
    TAYBET - Komeleya Nivîskarên Kurd di 1ê Mijdarê de destekê dide HDPê
    Demîrtaş rêjeya dengên HDPê eşkere kir
    HDP ji bo kesên di hilbijartinê de diçin welêt re bilêt dibire
    Etîketan:
    HDP, DAIŞ, Îmam Taşçier, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de