22:15 24 Îlon 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Cemîl Bayik derbarê hilbijartinên 1ê Mijadarê de axivî

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41111

    Cemîl Bayik derbarê hilbijartinên 1ê Mijadarê de nirxandinên xwe yê li ser herêma Serhedê anî ziman.

    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, der barê hilbijartinên 1ê Mijdarê de got: ‘Serhedê bi hilbijartinên 7ê Hezîranê re xwe ji nû ve ava kir, rabû ser piyan. Bi nirx, çand û dîroka xwe re bû yek. Di 7ê Hezîranê de encameke bi vî rengî

    derket holê.'

    Bayik got: ‘Gelê me yê Wanê dît ku Davûtoglû bi torosên spî, di şexsê gelê Wanê de tevahiya gelê Kurdistanê tehdît kir. Got, eger hûn deng nedin me, em ê careke din torosan bişînin ser we, em ê JÎTEM, kontrgerîla bişînin ser we, em ê kuştinan, qetlîaman bikin. Her roj îro li Kurdistanê komkujiyan dikin.'

    Bayik got: ‘Li Agirî 4 parlamenter hebûn, her çar jî wergirtin. AKP'ê ew texmîn nedikir. Niha hemû derfetên xwe, îmkanên dagirkeriyê bi kar bîne, girtinan dike, zextan dike, kuştinan dike, ku çavê gel bitirsîne û gel paş ve gav biavêje, bi vî rengî jî

    karibin li Agirî, Bazîdê encamekê ji bo xwe werbigire.'

    Bayik dawiya axavtina xwe de wiha got:

    ‘Gelê me yê Serhedê pêwîst e di 1'ê Mijdarê de encamên hê mezintir pêş bixe. Pêwîst e gelê me bi hilbijartinê re yekîtiya xwe hê xurttir bike. Îrade û nirxên di HDPê de hê mezintir bike. Tenê HDP dikare pêşî li dîktatorî û faşîzmê bigire. Lewma pêwîst e her kes di 1ê Mijdarê de biçin ser sindoqan, dengên xwe bidin HDPê, sindoqan jî biparêzin nehêlin ku lîstikan bikin. Pêşî li hemûyan bigirin. Li ser vî esasî careke din ez ji bo HDPê serkeftinê dixwazim.'

    Bi heman mijarî:

    Cemîl Bayik: 'Em şer naxwazin û ji agirbestê re amade ne'
    Bayik: 'Vekişîn û çekdanîn êdî ne mumkin in'
    Bayik: ‘Me hêvî neda kesî ku em ê dewleta Tirkiyayê têk bibin'
    Bayik: Tirkiye wê yekê bike dê şer dest pê bike
    Cemîl Bayik daxwaza lêborînê ji Almanyayê kir
    Etîketan:
    KCK, HDP, Cemîl Bayik, Agirî, Patnos, Wan, Bazîd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de