17:33 26 Îlon 2017
Zindî
    Êrişa Enqereyê

    TAYBET - DAIŞ li Tirkiyeyê amadehiyên êrişên nû dike

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Berpirsekî ewlehiyê ji nûçegihanê Spûtnîkê Hikmet Durgun re axivî û got, DAIŞ li Tirkiyeyê amadehiya êrişên nû dike.

    Navenda Nûçeyan — Piştî teqîna Enqereyê, Yûnis Durmaz, Halîl Îbrahîm Durgun, Hasan Huseyin Ugur, Abdulmutalîp Demir, Burak Ormanoglu, Metin Akaltin Mehmet Kadîr Cebeal, Denîz Buyukçelebi,Haci Ali Durmaz û kesekî ku navê wî nehat zanîn hatibû îdiakirin ku derbasî Sûriyeyê bûne.

    Li gorî agahiyên Spûtnîkê ku ji rayedarên ewlehî bi destxistine ew DAIŞiyên ku derheqê wan de biryara zevtkirinê derketibû hat îdiakirin ew derbasî Sûriyeyê nebûne û niha li Tirkiyeyê ne.

    Berpirsê ewlehî di axaftina xwe de got, em dizanin ev kesê ku derheqê wan de biryara zevtkirinê hatiye derxistin neçûne Sûriyeyê. Piştî êrişa Enqereyê me di xeta sînor de kontrola ewlehiyê derxist asta herî jor. Me li kamerayên termal temaşe kir lê em rastî çûna tu kesî nehatin. Li gorî agahiyên me yên îstîxbarî ew 10 kes hê jî li Tirkiyeyê ne. Derheqê van kesan de di destê me de zanyariyên îstîxbarî yên girîng hene, lê niha em nikarin van agahiyan parve bikin.

    Emîrê DAIŞê yê Entabê

    Yêk ji wan kesê ku derheqê wî de biryara zevtkirinê derketiye Yûnis Durmaz emîrê DAIŞê yê Entabê ye û leqabê wî jî Ebû Ali ye. Di lêgerîna depoya Durmaz de em rastî 6 keleş, demanceyek, 22 bombeyê destan, 8 fûnye û hezar û 683 fîşekan hatin.

    Her wiha Metin Akaltin jî berî ku xwekûjê Enqereyê êrişa terorîstî bike li Entabê bi Yûnis Emre Alagoz re hevdîtin kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Ji HDPê ji bo Serokê HAK-PARê peyama sersaxiyê
    Rûsya: Me li Sûrîyayê di 3 rojan de 285 hedefên terorîstan îmha kirin
    HDP: 'Li ser navê me belavokên hilbijartinê yên sexte belav dikin'
    Îranê bi tûndî Erebîstana Siûdî hişyar kir
    Li Amedê lehî
    Etîketan:
    DAIŞ, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de