11:34 24 Îlon 2017
Zindî
    Broşura HDPê

    HDP: 'Li ser navê me belavokên hilbijartinê yên sexte belav dikin'

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li gorî nûçeyeke rojnameya tirk Milliyetê li Erdîşa Wanê bi îmzeyên HDPê belavok hatine belavkirin û endamê rêvebiriya HDPê yê Wanê Nemci Kalcik got ku ev hewldaneke reşkirina navê partiya me ye.

    Li gorî şahidê bûyerê yê bi navê Zafer Yigit ku karmendê paqijiyê yê Şaredariya Erdîşê ye, belavok bi erebeyeke spî ya bi marqeya Fiat û hinek bîsîklêtan hatine belavkirin û dema ku ev karmend di sloganên wan de ketiye şikê ew kom kirine anîne buroya HDPê.

    Derbarê vê bûyerê de endamê rêvebiriya HDPê yê Wanê Nemci Kalcık got ku wan di hilbijartinên 7ê Hezîranê de jî belavokên sexte yên bi vî awayî girtine, radestî polêsan kirine; lê tiştek jê derneketiye.

    Hate ragihandin ku li ser belavokan wiha hatiye nivîsandin: ‘Ji bo girtina Kar û Barên Diyanetê dengên me ji bo HDPê', ‘Ji bo ku dersa olî ya mecbûrî were rakirin dengên me ji HDPê re', Ji bo azadiya nêremokan dengên me ji HDPê re', Ji bo ku em bikaribin bibêjin qibleya misilman Kabe ye û ya HDPiyan Teqsîm e dengên me ji HDPê re'

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Komeleya Nivîskarên Kurd di 1ê Mijdarê de destekê dide HDPê
    Demîrtaş rêjeya dengên HDPê eşkere kir
    Nijadperestan 2 endamên HDPê kêr kirin
    HDP ji bo kesên di hilbijartinê de diçin welêt re bilêt dibire
    Kurê namzetê HDPê hate girtin
    TAYBET - Parlementera HDPê: Em ê zêdetirê ji %90ê dengan bistînin!
    HDPê ji bo ewlehiya sindoqan bang li her kesî kir ku bibin muşahîd
    Etîketan:
    hilbijartin, Kurdistan, kurdî, Kurd, HDP, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de