12:09 26 Îlon 2017
Zindî
    Tahir Elçî

    Ji bo Tahir Elçî 7 sal û 6 meh cezayê zindanê hat xwestin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Dozger ji bo Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî7 sal û 6 meh cezayê zindanê xwest.

    Navenda Nûçeyan — Dozger bi hinceta sûcê ‘propaxanda rêxistina terorê' ji bo Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 7 sal û 6 meh cezayê zindanê xwest û îdianame amade kir.

    Elçî, PKK tevgereke siyasî ye

    Di bernameya ‘Herêma Bêalî' ya televîzyona CNN Turkê de ‘her çikas hinek çalekiyên wê nêzî terorîzmê bin jî, PKK tevgereke çekdar e. Hereketeke xwedî daxwaz e û piştgiriya wê siyasî jî pir e' ji bo van gotinên Tahir Elçî lêpirsîn hatibû kirin.

    Elçî di rojên borî de ji bo van gotinên xwe hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola adlî serbest hatibû berdan.

    Her wiha Elçî di dema teslîmbûna xwe de gotibû, ev dîmên li Tirkiyeyê bi zelalî serbestiya îfadeyê nişan dide.

    Bi heman mijarî:

    Dîmênên operasyona hêzên pêşmerge û leşkerên Amerîkayê hat parvekirin
    Şikberê ku agir berda navenda HDPê serbest hate berdan
    Barzanî sersaxî da malbata Fehmî Demîr û HAK - PARê
    TAYBET - Komeleya Nivîskarên Kurd di 1ê Mijdarê de destekê dide HDPê
    Rûsya: Di operasyonên me yên Sûriyeyê de sivîl nehatine kuştin
    Etîketan:
    Tahir Elçî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de