13:54 26 Îlon 2017
Zindî
    Omer Dilsoz

    TAYBET - Komeleya Nivîskarên Kurd di 1ê Mijdarê de destekê dide HDPê

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30120

    Komeleya Nivîskarên Kurd a ku navenda wê li Amedê ye bi daxuyaniyekê diyar kir ku di hilbijartinên 1ê Mijdarê dê piştgiriyê bide HDPê.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz li ser piştgiriya komeleyê ya HDPê ji Sputnikê re axivî. Omer Dilsoz got: ‘Em ê dengên xwe bidin HDPê. Ji ber ku HDP di raya giştî de û li pêş cîhanê jî ji bo meseleya kurdan xwediya hêzekê ye. Em wekî nivîskarên civaka kurd dibêjin ku eger HDP li meclîsê be çareserkirina pirsgirêkên civaka me jî wê hêsantir bibe.'

    Dilsoz anî zimên ku ew wekî nivîskarên bi zimanê kurdî dinivîsînin dixwazin HDP bêhtir li ser zimanê kurdî bisekine û got: ‘Meseleya ziman, çand û hunerê girîng e; bes berî van tiştan, piştî ku dîsa benda hilbijartinê derbas kir divê HDP îcar bi siyaseteke baş meseleya kurdan çareser bike. Siyaset hunera peydakirina çareyan e.'

    Omer Dilsoz diyar kir ku 183 endamên Komeleya Nivîskarên Kurd hene û rêvebiriya wan piştî ku bi hemû endamên xwe şêwiriye  ev biryara giştî daye. 

    Bi heman mijarî:

    KCK ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê agirbestê nîqaş dike
    HDP û EMEP: 'Di 1ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin'
    Remzî Kartal: Di 1ê Mijdarê de divê AKP were têkbirin
    Etîketan:
    ziman, çand û huner, siyaset, kurdî, Kurdistan, Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd, Omer Dilsoz, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de