08:42 26 Îlon 2017
Zindî
    polês

    Li Silopiyê ciwanekî 16 salî hat kuştin

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Li navçeya Silopî ya Şirnexê şevê dîn saet di derdora 21.00'an de polêsên ku hatin li ser kolana 3 emîn a Taxa Cudî de girtin bê xwepêşandanek hebe tax gulebaran kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Silopî bê ku xwepêşandanek hebe polêsan raste rast gule reşand derdorê û zarokê bi navê Mustafa Aşligê 16 salî birîndar kirin. Aşlig ji ber dorpêçkirina polêsan nikaribûn rakin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da.

    Li navçeya Silopî ya Şirnexê şevê dîn saet di derdora 21.00'an de polîsên ku hatin li ser kolana 3 emîn a Taxa Cudî de girtin bê xwepêşandanek hebe gulebaran kir. Di encama gulebarana polêsan de ciwanê bi navê Mustafa Aşligê16 salî ji serê xwe giranî birîndar bû.

    Li ser hemû hewildanên welatiyên derdorê ji ber dorpêçkirina polêsan a li ser taxê nikarin Aşlig rakin nexweşxaneyê. Hemwelatiyan bi derfetên xwe mudaxaleyê li birîna Aşlig kirin, lê li ser hemû hewldanan saet di derdora 04.00 ê de Aşlig jiyana xwe ji dest da.

    Piştî serê sibê dorpêçkirina polsan a li tax bi dawî bû malbat û hemwelatiyan cenazeya Aşlig birin Nexweşxaneya Silopî ya Dewletê. Piştî bûyerê gelek hemwelatî jî li ber nexweşxaneyê kombûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Helbestvanekî kurd hat kuştin
    ‘Serbazekî El Nusrayê hat kuştin'
    Mihafizê Ahmedînecad li Sûriyeyê hat kuştin
    Sûrî: ‘Bi sedan çeteyên DAIŞê hatin kuştin'
    Elçi: 'Stratejiya dewletê eşkere ye; kuştin ji aştiyê hêsantir e'
    Etîketan:
    Tirkiye, Mustafa Aşlig, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de