09:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Polês, operasyon

    ‘Di şerê Amedê de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin 12 jî hatine girtin’

    © Sputnik/ / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 552 0 0

    Li gorî agahiyên ku hatine bidesxistin tîmên Miduriyeta Ewlehiyê ya Amedê li taxa Huzurevlerê operasyonek lidarxist.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku hatine bidesxistin tîmên Miduriyeta Ewlehiyê ya Diyarbekirê li taxa Huzurevlerê bi ser maleke endamê DAIŞê operasyonek lidarxist. Di encamê de 2 polês hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

    Tîmên taybet yên Miduriyeta Ewlehiyê ya Amedê li navçeya Kayapinara Amedê li taxa Huzurevlerê operasyonek li hemberî mala endamên DAIŞê kir. Endamên DAIŞê berî operasyonê kemîn danîbûn û dema hatina polêsan de ew kemîn teqandin. Di encamê de 2 polês hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

    Polêsên birîndar rakirin nexweşxaneya zanîngeha Dîcleyê û dermankirina wan didome.

    Hat ragihandin ku di operasyona li hemberî endamên DAIŞê de 7 milîtanên DAIŞê hatine kuştin û 3 milîtan jî bi saxitî hatin girtin.

    Nasnameyên polêsên kuştî diyar bûn

    Walîtiya Diyarbekirê nasnameyên polêsên ku di operasyona hemberî DAIŞê hatin kuştin diyarkir. Walîtiyê ragihand ku polêsên me yên kuştî Gokhan Çakici û Sadik Ozkan e û 5 polêsên me jî birîndar bûne.

    Kurtulmuş, 7 milîtanên DAIŞê hatin kuştin

    Cîgirê Serokwezîre Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş destnîşankir ku, di operasyona li hemberî DAIŞê ya Diyarbekirê de 7 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û 12 milîtan jî bi saxîtî hatin girtin. Mixabin ji xeyrî kuştina 2 polêsên me 5 polêsên me jî birîndar in.

    Bi heman mijarî:

    Li Silopîyê şer û pevçun: Birîndar hene
    Li Amedê navbera gel û polêsan de pevçun derket
    Li Xîzanê pevçûn
    Di sînorê Azerbeycan û Ermenistanê de pevçûn: 10 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de