11:48 21 Îlon 2017
Zindî
    Sidqî Zîlan

    Sidkî Zilan û Adem Geverî sersaxî dan malbata Fehmî Demîr

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sidkî Zilan ji bo Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr ku îro jiyana xwe ji dest da, sersaxî da malbat û partiya wî.

    Amed — Serokê Giştî yê HAK- PARê Fehmi Demir îro di bûyereke trafîkê de li navçeya Pozantê ya Edenayê jiyana xwe ji dest da.

    Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sidkî Zilan peyama xwe ya sersaxiyê bi du zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî da.

    Peyama Zilan bi kurmancî bi wî awayî ye:"Em bi xemgînî pê hesiyan ku Serokê HAK-PARê birêz Fehmî Demir wefat kiriye. Fehmî Beg welatparêzekî gellek hêja bû. Xwedê rehma xwe lêke, sebir bide malbat û heval û hogirên wî."

    Peyama bi zazakî jî wiha ye:  "Ma bi xemgînî pê hesîyay ke Serekê HAKPARî Fehmî Begî wefatkerdo. Fehmî Beg welatparêzoko erjaye bi. Homa rehma Xwu ro Ey biko,sebr û metanet bido aîle û dost û embazanê Ey.

    Parlamenterê HDPê Adem Geverî jî got: Bi bihîstina wefata Serokê Giştî yê HAK-PARê birêz Fehmî Demîr ez gelekî xemgîn bûm. Rihmetiyê Fehmî Demîr welatperwerekî Kurd ê Anatoliyayê bû û dostekî hêja û dildar bû. Serê malbata rihmetî û HAK-PARê, serê netewa me, bi taybetî jî serê gelê me yê Anatoliyayê sax be. Xwedê birêz Fehmî Demîr bi rihma xwe şad bike.

    Fehmî Demir 26ê Cotmeha 2014an weke Serokê giştî yê HAK-PARê hatibû hilbijartina.

     

    Bi heman mijarî:

    Di Hereketa AZADÎ de guherîna peywiran
    ‘Ji Demirbaş re azadî'
    Hereketa Azadî li Amedê eydaniya xwe ya kevneşopî li dar xist
    Herekete AZADÎ: 'Êrişa ser malan hewldana birakûjiyê ye'
    HDP - AZADÎ - Îtifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê temam e an berdewam e?
    Etîketan:
    Fehmi Demir, Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), HEREKETA AZADÎ, sidki zîlan, Adem Geverî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de