15:54 20 Îlon 2017
Zindî
    Alaya AKPê

    Şaredarê AKPê Ayhan: ‘Kîjan kurd dengê xwe bide AKPê ew ne kurd e'

    © Foto: Facabook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 92820

    Şaredarê AKPê yê berê Bûrhan Ayhan got: ‘Eger kurdekî bombekirina goristana Dêrsimê bibîne û dîsa deng bide AKPê divê ew kes nebêje ez kurd im!'

    Êlih - Tê zanîn ku dawîbûna pêvajoya çareseriyê û destpêkirina şerên dawî di gel de bûye sedema hêrs û xemdariyê.

    Şaredarê AKPê ya berê yê navçeya Hezoyê Bûrhan Ayhan ku rûspîyekê eşîra Xelîlanê ye derbarê bûyerên dawî de nerazîbûna xwe anî ziman.

    Ayhan got: ‘Min bi çavên xwe dît ku li Dêrsimê goristan, mizgeft û mala cemê hatin bombekirin. Tevî vê eger Kurdek hînê radibe dengê xwe dide AKPê divê ew kes ji xwe re nebêje 'ez Kurd im'.

    Ayhan wiha berdewam kir: ‘Divê hikûmeta AKPê zanibe ku ev pirsgirêk bi şîdetê çareser nabe û girîng e dest ji şîdetê berde. Kurd dixwazin li hemberî polîtîkaya înkarê têkoşîna demokratîk bimeşîne, divê hurmet ji vê re bê nîşandan.'

    Bûrhan Ayhan dawiyê de diyar kir ku êdî baweriya wî bi polîtîkayên AKPê re tune û ji bo çareseriyê divê gelê kurd piştgirî bidin HDPê.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê AKPê li kargeha xwe mirî hat dîtin
    Ji AKPê îstîfa kir derbasî DBPê bû
    Endamê AKPê îstifa kir
    Balûken: 'AKPê bi şer bersiv da agirbestê'
    27 kesan ji AKPê îstîfa kirin
    Serok û endamên AKPê îstifa kirin
    Rêxistina AKPê ya bajêr îstîfa kir
    Li wî navçeyê rêxistina AKPê îstîfa kir
    Etîketan:
    AKP, HDP, Bûrhan Ayhan, Hezo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de