21:15 26 Îlon 2017
Zindî
    Braroyên Kurdan

    TAYBET - Baroyên herema Kurdan çûn serdana Tahir Elçi

    © Foto: Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4010

    Serok û rêvebirên baroyên herema Kurdan ji bo piştgiriyê çûn serdana Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi.

    Amed — Serok û rêvebirên baroyên herema Kurdan ji bo piştgiriyê çûn serdana Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi. Serok û rêvebiran, di daxuyaniya hevpar a ku Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçi xwendî de diyar kirin ku desteser kirina Tahir Elçi gefek bû li ser herêmê lê ewê ji gefên dewletê netirsin û ji bo azadiya fikr û ramanan bêhtir têbikoşin.

    Serokê Baroya Mûşê Feridun Taş ji Sputnikê re wiha axivî: ‘'Tahir Elçi ji ber ku gotibû ‘PKK ne rexistineke terorî ye' hatibû desteser kirin. Eger em di çarçoveya hiqûqê de li meseleyê binêrin, PKK rêxistineke terorî ye yan ne terorî ye ew li gorî mirov û dewletan diguhere lê em jî wek Tahir Elçi difikirin.''

    Serokê Baroya Rihayê Hikmet Delebe jî destnîşan kir ku berê jî parlamenter, civaknas û nivîskaran gotine ‘'PKK ne rêxistineke terorî ye'' lê nehatine desteser kirin. Delebe wiha got: ‘'Biryara desteserkirina Tahir Elçi biryareke siyasî bû. Wek baroyên herêmê em piştgirîya wî dikin. Bes baroyên bajarên rojavayê Tirkiyeyê piştgirî nedane Tahir Elçi. Çinku li wê hêlê azadiya fikr û ramanan ne nijadperestî û faşîzm pêşde çûye''

    Tahir Elçi, ji ber ku di bernameyeke TVyeke tirkan de gotibû ‘'PKK ne rêxistineke terorî ye hatibû desteser kirin û piştî îfade dabû Dadgeha Bakırköyê ya Stenbolê serbest hatibû berdan.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Elçi: 'Stratejiya dewletê eşkere ye; kuştin ji aştiyê hêsantir e'
    TAYBET - Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi tê binçavkirin
    Etîketan:
    PKK, Tahir Elçi, Nuşirevan Elçi, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de