09:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Bîranîna Îmam Huseyn - Kerbela

    Li Stenbolê şîna Kerbelayê

    © REUTERS/ / Alaa Al-Marjani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Salvegera şehîdkirina Cenabê Hiseyn neviyê pêxemberê Îslamê û xizmên wî li her dera cîhanê bi merasîman hat bibîranîn.

    Navenda Nûçeyan — Salvegera şehîdkirina Cenabê Hiseyn neviyê pêxemberê îslamê û xizmên wî li her dera cîhanê bi merasîman hat bi bîr anîn. Li Tirkiyayê wekî her car merasîma herî mezin dîsa li Halkaliya Stenbolê çêbû.

    Cenabê Hiseyn kurê xelîfe û neviyê pêxemberê îslamê ye. Îro şîna Cenabê Hiseyn û 71 hevalbendên Ehlê Beytê ku li Kerbelayê ji terefê artêşa Yezîdê kurê Muawiye ve hatin şehîdkirin, li Halkaliya Stenbolê bi merasîmeke girseyî hat bibîranîn.

    Di merasîma bîranînê de digel hewaya sar û baranê jî bi hezaran hemwelatiyên caferî tev lê bûn. Di merasîmê de Serokê Caferiyên Tirkiyayê Selahatîn Ozgunduz axivî.

    Caferiyên Îdîrê xwîna xwe bexşandin

    Ji bo bîranîna merasîma Kerbelayê Caferî bi keç, mêr, jin û zarokan li Îdîrê li qada Zibeyde Xanimê hatin gel hev. Xelkê ku di merasîmê de civiya bi xwendina Qurana Pîroz û qesîdeyên li ser Ehlê Beytê şîna xwe bi dawî kirin.

    Serokê Komeleya Alimên Ehlê Beytê Behlûl Salmanli diyar kir ku îsal di şûna ku ew xwînê ji xwe birijînin ew ê xwîna xwe bibexşînin Kizilayê.

    Her wiha Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez jî ji bo meha Miheremê û merasîma şîna Cenabê Hiseyn peyamek weşand.

    Bi heman mijarî:

    Cenazeyê Çetîn Altan hat oxirkirin
    Plana Amerîkayê ya rizgarkirina Reqqayê têk çû
    Li Qereyaziyê şer
    Lavrov: Rûsya û Ûrdûn li Sûriyeyê wê bi kordîne bixebitin
    Serokê belengazan tê Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Selahatîn Ozgunduz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de