08:07 24 Îlon 2017
Zindî
    Mahmûd Ahmedînecad

    Mihafizê Ahmedînecad li Sûriyeyê hat kuştin

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Mihafizê Serokomarê berê yê Îranê Mahmûd Ahmedînecad li Sûriyeyê di pevçûnan de hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ajansa Farsê a nîv fermî ya Îranê hat îdiakirin ku kesekî bi navê Abdulah Baqirî Niyarekî ku di dema Serokomariya Mahmûd Ahmedînecad de mihafiziya wî dikir, duhî li Sûriyeyê li bajarê Helebê di pevçûnekê de hat kuştin.

    Ne hat zanîn gelo Abdulah Baqirî Niyarekî endamê Mihafizên Şoreşê yê Îranê ye an na.

    Hat ragihandin ku cenazeye Abdulah Baqirî Niyarekî li Tehranê bi merasîmeke fermî wê bê defin kirin. Di vê meha dawîn de hejmara kuştiyên Îranê li Sûriyeyê her diçe zêde dibe û hê jî Tehran qebûl nake ku leşkerên wê li Sûriyeyê tevlî operasyonên bejayî dibin.

    Bi heman mijarî:

    Beşar Esad vê carê jî rêwiyê Îranê ye
    Dîrektorê CIAyê, ji bo Îranê şîret li Obama kirin
    Îran: 'Hunermendê kurd bi 6 salê girtîgehê û 223 qamçiyan hat cezakirin'
    Serbazekî payebilind yê Îranê li Suriyê hate kuştin
    Artêşa Iraqê ji piştgiriya Rûsya û Îranê kêfxweş e
    Etîketan:
    Mahmûd Ahmedînecad, Abdulah Baqirî Niyarekî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de