13:54 26 Îlon 2017
Zindî
    YPG

    Plana Amerîkayê ya rizgarkirina Reqqayê têk çû

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Rojnameya Washîngton Post, Amerîkayê hefteya borî 50 ton çek û cebilxaneyên ku li bajarê Hesekeya Sûriyeyê dabû mixalifan li şûna hêzên ereb ketiye destê hêza YPGê.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Washîngton Post di nûçeya xwe ya îro de got, Amerîkayê hefteya borî 50 ton çek û cebilxaneyên ku li bajarê Hesekeya Sûriyeyê dabû mixalifan li şûna hêzên ereb ketiye destê hêza YPGê, ji bo vê jî plana Amerîkayê ya rizgarkirina Reqqayê têk çûye.

    Li gorî nûçeya Washîngton Postê, armanc û plana Amerîkayê bi piştgiriya çek, cebilxane û operasyona hewayî ku bikaribe grûbên ereb bişîne ser Reqqayê bû, lê cebilxaneyên ku hatin şandin li şûna ereban ketin destê YPGê û ji bo ku YPG naxwaze bi grûbên sûnî re êrişî Reqqayê bike operasyona Amerîkayê ya Reqqayê têk çûye.

    Berdevkê Burkan El Firat ku bi YPGê re hevkarin Heqî Koban destnîşankir ku, YPG dibe ku van cebilxaneyan di xeta sînor de li hemberî DAIŞê bikarbîne. Xeta sînorê YPGê û DAIŞê nêzî 700 km ye.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 'Em rê nadin ku Pêşmerge werin Rojava"
    Nasnameyên 2 şervanên YPG/YPJê jî diyar bû
    YPG: PYD karê xwe yê siyasî bike baştir e
    Nasnameya 3 şervanên YPGê diyar bû
    Amerîkayê bersiv da: 'Alîkariya me ji bo YPGê wê berdewam be'
    Etîketan:
    Burqan El Firat, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de