10:25 20 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin

    Li Agirî û Rihayê 18 kes hatin binçavkirin

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Hat ragihandin ku di encama serdegirtina malan de dîsa gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin.

    Binçavkirin
    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Li bajarê kurdan dawî li şer, binçavkirin û girtinan nayê. Roj tune ku agahiyên  binçavkirin an girtinên siyasetmedarên kurd neyên.

    Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê polêsan bi awayeke hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokên DBPê yê Giyadînê Şehrîban Ozden û M. Nurî Sari, birayê wî Faruk Sari, Nûnerê MEYA-DERê Cenap Îlboga û Ferhat Oruç, Harum Kahraman, Alî Gore, Azad Çîftçî, Omer Vural, Fevzî Yeşîl, Dînçer Varol û Selîm Bîrgul û keyayê taxa Tapiyê Cemal Kartal hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polêsan a Agiriyê.

    Hat ragihandin ku polêsan avêtine ser mala Hevşaredar Nîzamettîn Ozden jî lê ji ber ku Ozden li mala xwe nebûye nehatiye binçavkirin.

    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî serê sibehê di serdegirtinên malan de xebatkarê şaraderiyê Abdurrahîm Ergul, Mehmet Emîn Ergul, Reşat kirdar û Mehmet Demîrtaş hatin binçavkirin.

    Welatiyê bi navê Sehrat Kirdar ê û bi hinceta îfadeya wî heye gazî emniyetê hate kirin jî hate binçavkirin.

    Hat ragihandin ku 5 kesên ku sedema binçavkirinên wan nehat zanîn li Miduriyeta Polêan a Navçeyê tê girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Qereyaziyê 5 kes hatin girtin
    Li Manîsayê 14 kes hatin binçavkirin
    Li Stenbolê operasyon: 66 endamên DHKP-C û DAIŞê hatin binçavkirin
    Li Riha û Kopê 12 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
    Li Îdir û Bedlîsê 7 kes hatin binçavkirin
    17 hevşaredar hatin girtin
    Etîketan:
    MEYA-DER, DBP, Abdurrahîm Ergul, Mîzamettîn Ozden, Omer Vural, Ferhat Oruç, Giyadîn, Agirî, Serêkaniyê, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de